Bêkategorî

Kurdistan Ey Nîştimanim

Bi dengê: Bêkategorî
Diyalekt: Soranî
499
Kurdistan ey nîştimanim
Hêzî dil aramî gyanim
Cêy serbilindî û şanazî
Ta dil dexwazê dilxiwazî
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton ey gyanî şîrînim

Gulî pişkutûtî bê payîz
Sîs nabî û nawerî hergîz
Ta zîndûm her toy mebestim
Xoşim dewêy detperestim
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton ey gyanî şîrînim

Bişmirim leşî be gil bû
Derwênê çend gul û dirû
Gulim bo destî dildarit
Çiqilim bo çawî bedkarit
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton ey gyanî şîrînim

Kurdistan ey nîştimanim
Hêzî dil aramî gyanim
Gyanîş defrête ’asmanit
Ewsa têr deka seyranit
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton ey gyanî şîrînim
Honrawe: hejar