
Derdit le min şorejin
Ba leser to bimkujin
Des le balat helnagirim
Kurd be birnû bimkujin
Şorê malim şorê
Derd û dermanim şorê/porê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçî dêt û radebrê
Xwên le birînim deçorê
Derdit le min kalê gyan
Derdit le malim kalê
Kezyet bendî reşmalê
Sê gez be gezî kurdî
Baskim le gerdinit halê
To biro babit razî bike û
Daykeket bo min hîç nalê
Daykit bo min hîç nalê
Şorê malim şorê
Derd û dermanim şorê/porê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçî dêt û radebrê
Xwên le birînim deçorê
Ne ’eybe ne îrade
Wey rûbendit bo min lade
Bew peşmîney pêmda de
Bew pencanit bimşêle
Bimkuje necîbzade
Bimşêle necîbzade
Şorê malim şorê
Derd û dermanim şorê/porê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçî dêt û radebrê
Xwên le birînim deçorê
Desmal herîrî dûber
Mêrdit kird xolim weser
Eger hez dekey nemirim
Kiçê bimşêle reş esmer
Min le dinya bûm derbeder
Şorê malim şorê
Derd û dermanim şorê/porê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçî dêt û radebrê
Xwên le birînim deçorê
Desmal herîrî sûre
Wey qedî delêy bilûre
Sipîye delêy kafûre
Qise deka be zarî
Delêy saz û semtûre
Wey delêy saz û semtûre
Şorê malim şorê
Derd û dermanim şorê/porê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçî dêt û rabûrê
Xwên le birînim deçorê
Çawit estêrey şewê
Kulmeket dendûkî kewê
Kulimit dendûkî kewê
Baskitim bo bike be serîn
Be cût xewman lê bikewê
Hey be cût xewman lê bikewê
Şorê malim şorê
Derd û dermanim şorê/porê
Çîm gutuwe û dil degorê
Herçî dêt û radebrê
Xwên le birînim deçorê