
Serqafleçî karwanî swênd dedem bew xudaye
Le dayk û bab û bira hîçyan legelî naye
Ger çûye bo hewarî agat bê le leylaye
Çawî reşî zor cwane pyawî deka dêwane
Çîn çîne zulf û pirçî hêlaney ’aşiqane
Qafle geyye ser mêrgan çadir û çîx heldirawe
Belam heyfêk û sed heyf yarî min becê mawe
Be arezûy leyla bûm şewm be xem ser nawe
Çawî reşî zor cwane pyawî deka dêwane
Çîn çîne zulf û pirçî hêlaney ’aşiqane
Gyane xurey awî şew yan dengî bilwêrê
Nazî yarî be wefa ax katî şewbêrê
Ax min le ’eşqî to kizim çawereşey karmamzim
Ax bulbulî sermest
Bêne kulimit helmijim min le hîcrî to dijim
Ax dulberey çawmest
Gyane bezmî bulbul û ax bazî kwêstanê
Qaspeqaspî xasekew yan dengî heyranê
Ax min le ’eşqî to kizim çawereşey karmamzim
Ax bulbulî sermest
Bêne kulimit helmijim min le hîcrî to dijim
Ax dulberey çawmest
Gyane mestî ’îşqî tom şêt û şeydatim
Boçî torawî gyane wey taqe awatim
Ax min le ’eşqî to kizim çawereşey karmamzim
Ax bulbulî sermest
Bêne kulimit helmijim min le hîcrî to dijim
Ax dulberey çawmest
Gulêkî bo cefa xulq kirawî
Be awî bêwefayî aw dirawî
Be ’etrî bêwefayî xoş kirawî
Çen roje nemdîwe dunya zîndane
Bo lêm zîzî leser çî torawî
Boçî bijîm bebê gulim namewê em jyane
Delêy cefa be bejnî min birawe
Le bêwefayî gul dilim şikawe
Dilim be xwêne taqetim nemawe
Çen roje nemdîwe dunya zîndane
Bo lêm zîzî leser çî torawî
Boçî bijîm bebê gulim namewê em jyane