Mihemed Mamlê

Çawî Reşî Zor Ciwane

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
60
Sîngit befrî qendîlî be şiney şemal detwawe
Yarim degel karwanêye le dwaye becê mawe
Be xem û derdî yarê şewê serim denawe
Çawî reşî zor cwane pyawî deka dêwane
Çîn çîne zulf û pirçî hêlaney ’aşiqane

Serqafleçî karwanî swênd dedem bew xudaye
Le dayk û bab û bira hîçyan degelî naye
Ger çûye bo hewarî agat bê le leylaye
Çawî reşî zor cwane emnî kirde dêwane
Dîtnî çawî cwanî to awatî dilme gyane

Qafle geyye ser mêrgan çadir û çîx heldirawe
Belam heyfêk û sed heyf yarî min becê mawe
Be arezûy leyla bûm şewm be xem ser nawe
Çawî reşî zor cwane pyawî deka dêwane
Çîn çîne zulf û pirçî hêlaney ’aşiqane

Destew’ejno danîştûm leser rêye karwanî
Têyramam le rêgaye le yarî xom derwanî
Yarim degel serqafle xistibûyan leser kanî
Çawî reşî zor cwane pyawî deka dêwane
Çîn çîne zulf û pirçî hêlaney ’aşiqane

Bo min ’ebdî xuda nîm xem leser min debarê
Yarim le rêy karwanî lêy win bûn cûtê gwarê
Deçme kin zêrîngerî dirust katewe gwarê
Ca ba çawciwan le gwêy ka bêye derkî hesarê
Çawî reşî zor cwane pyawî deka dêwane
Çîn çîne zulf û pirçî hêlaney ’aşiqane
Honrawe: marf emîn