Mihemed Mamlê

Bo Lêm Zîzî 2

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
68
Gulêkî bo cefa xulq kirawî
Be awî dilrifênî aw dirawî
Be ’etrî bêwefayî xoş kirawî
Ax çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî leser çî torawî
Boçî bijîm bebê gulim namewê ew jyane

Delêy cefa be bejnî min birawe
Le bêwefayî gul dilim şikawe
Dilim be xwêne taqetim nemawe
Ax çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî leser çî torawî
Boçî bijîm bebê gulim namewê ew jyane

Helale gerdinim be bêqsûrî
Debê eto nezanî derdî dûrî
Rewa nîye le curmî min nebûrî
Ax çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî leser çî torawî
Boçî bijîm bebê gulim namewê ew jyane

Gulêkî xemrewênî rû be xalê
Dilî mine be tîrî to denalê
Qesem be ’îşqî pakî to kejalê
Ax çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî leser çî torawî
Boçî bijîm bebê gulim namewê ew jyane

Le lutfî to demêke bêmradim
Le hîcrî xaleket kiz û kesadim
Be lutfî towe serbilînd û şadim
Ax çen roje nemdîwe dinya zîndane
Bo lêm zîzî leser çî torawî
Boçî bijîm bebê gulim namewê ew jyane
Honrawe: haşim nanewazadegan