Cemal Muftî

Mam Rehman

Bi dengê: Cemal Muftî
Diyalekt: Soranî
43
Cewanî rabird be renc û be kar
Berz û pyawane pelkî sipîdar
Be rencî xoy û mal û xêzanî
Roj ta êwarê, şew ta beyanî
Dunyay kirdibû be xoşî û sêber
Belam bo axa û begî çewsêner
Mam rehman pîrî pêşmergey aza
Peygîr pirkîne le zalim rasa
Sêberî exist beser hejara
Çirayê rûnak le rêy cûtyara
Cesaretê rûn* beranber zordar
Birey birbirey piştî kirêkar

Xoy û mindal û hawmalekanî
Gişt bêberî bûn le rencî şanî
Boye wa hesta û destî daye das
Ta jêrewjûr bê dewrey heqnenas
Hêndey dadrê perdey fêlî şa
Dewlet lêy tirsa û le dê der kira
Mam rehman pîrî pêşmergey aza
Peygîr pirkîne le zalim rasa
Sêberî exist beser hejara
Çirayê rûnak le rêy cûtyara
Cesaretê rûn* beranber zordar
Birey birbirey piştî kirêkar

Dewre gorawe û şorşe êsta
Destî daye çek pêşengî fela
Agirî xebat le nizîk û dûr
Helgîrsa û rasan pêşmergey cesûr
Kereftû û saral heta merîwan
Zalim zelîl bû be dest cûtyaran
Mam rehman pîrî pêşmergey aza
Peygîr pirkîne le zalim rasa
Sêberî exist beser hejara
Çirayê rûnak le rêy cûtyara
Cesaretê rûn* beranber zordar
Birey birbirey piştî kirêkar

Ser ta pay leşyan kîney zordaran
Be tûndî tîrêk derçêt le kewan
Lewperî meydan be gijyanda çûn
Legel* rolekey wek şêr şehîd bûn
Hemaseyek bû mergî bab û kur
Xelkî ew dewre xoyan naye qur
Mam rehman pîrî pêşmergey aza
Peygîr pirkîne le zalim rasa
Sêberî exist beser hejara
Çirayê rûnak le rêy cûtyara
Cesaretê rûn* beranber zordar
Birey birbirey piştî kirêkar
Honrawe: muslîh şêxul’îslamî
*= le honrawey şa’îrda ew beşaney be şêwey "aza û be xîret", "xoy û" hatuwe.

Muslîh şêxul’îslamî nasraw be rêbwar sebaret bew şî’rey ke bo 'mam rehman'y wituwe delêt: şî’rî mam rehman bo ruxsarêkî xoşewîstî zehmetkêşî gund bû ke demêk bû le xebatda newek her dijî êran belkû pêştir dijî rijêmî şa nawbangî derkirdibû. le sirûdekeşda rengîdawetewe. le naw xelkida zor nasraw bû. legel yekêk le hawrêyanî pêşmerge ke birazay mam rehman bû qiseman kird û zyatir pêy nasandim, dwatrîş ew şî’rem bo wit.