Mela Husên Ebdulazade

Deyhênim

Bi dengê: Mela Husên Ebdulazade
Diyalekt: Soranî
98
Erê wek ewsal le min qewmawe deyhênim
qet le cuwan neşêwawe û dethênim
Be roh nemirdûm qelbim mawe û deyhênim

Erê çawim be çawe kaleket dethênim
Lêwim be lêwe alekey deyhênim
Maç kem jêrtiwêy desmalekey deyhênim

Erê deyhênim ew nazenîne deyhênim
Delêy gulî nêw perjîne deyhênim
Çend naske xwênî şîrîne û deyhênim

Erê deyhênim ew rû be xale deyhênim
Delêy askî şêxezale deyhênim
Maçêkî bo min helale û dethênim

Erê xemî ’alem bo min çake deyhênim
Yexey xom dedirim serpake deyhênim
Çunkî yarê delê kake û deyhênim

Erê baleberzêyî kelegetê dethênim
Wa bika destêkim bitgatê deyhênim
*? rêy meslehetê û deyhênim

Erê deyhênim ew nazenîne deyhênim
Delêy gulî nêw perjîne deyhênim
Naskole û xwênî şîrîne û deyhênim

Erê ca xuda karan her wa deka deyhênim
Xunçey le xak peyda deka deyhênim
Emnî pê miftela deka û deyhênim

Erê deyhênim ew nazenîne deyhênim
Delêy gulî nêw perjîne deyhênim
Naskole û xwênî şîrîne û deyhênim

Erê bew qur’aney lêm xwênduwe deyhênim
Boxom le melam bîstuwe deyhênim
Xêrî maçêk sed rojuwe û deyhênim