Kazim Başmaxî

Dildarî Zamekey Sexte

Bi dengê: Kazim Başmaxî
Diyalekt: Soranî
105
Derdî dildarî zamekey sexte
Bya le her kesê wêl û bedbexte
Xoşe dildarî le her dû ser bê
Dildarî xoşe le her dû ser bê
Tîrî le cergî her dû la der bê

Her dû be camî tuxwa dildarî mes bin
Her dû be camî dildarî mes bin
Her dû bê xew û xwardin û hez bin
Her dû birêjin firmêskî çawyan
’eşq bîkujê temenî lawîyan
Xwa le dildarî zamekey sexte
Bya le her kesê wêl û bedbexte

Ne wekû min bê be henasey sard
Şew roj katewe legel xem û derd
Yaran hîç kesê wekû min nebê
Tuxwa hîç kesê wekû min nebê
Be tîrî meynet cergî kun nebê
Xwa le dildarî zamekey sexte
Ax le dildarî zamekey sexte
Bya le her kesê wêl û bedbexte

Ay dildarekem
Xozge dildarî wêney min buwaye
Be tîrî dûrî cergî kun buwaye
Beqat xermanî xem leser dilme
Yanem kosare û herdan menzilme
Ewne xemim hes çon gelay daran
Maşîn naykêşê qetargel şaran
Xwa le dildarî zamekey sexte
Bya le her kesê wêl û bedbexte

Azîz em karet dûr le merame
Bexwa em karet dûr le merame
’aşiq rencanin lay xwa herame
Kem wêney bulbul biço çilawçil
Bê ba danîşîn le sayey dû dil
Dilim be qurban diley tengu bê
Ew kate xoşme û gwêm le dengu bê
Xwa le dildarî zamekey sexte
Ax le dildarî zamekey sexte
Bya le her kesê wêl û bedbexte

Bexwa dildarî balî şikandinim
Çen sal nexewtim xewî ezrandim
Yaran refîqan wiryay xotan bin
Dostê qedîmîş ebê be dujmin
Xwa le dildarî zamekey sexte
Ax le dildarî zamekey sexte
Bya le her kesê wêl û bedbexte