Şêrko Bêkes

Êsta Kiçêk Nîştimanme - Beşî Duwem

Bi dengê: Şêrko Bêkes
Diyalekt: Soranî
61
Ey nîştîmanî yekdeng û
Cêgîr lenaw reş û sipî û
Girj û monîş
Le awêkî rawestawa!
Em sirûde wekû parey qelb naçê!
Hîç kesêk û hîç dûkan û hîç bazarê û
Hîç ’eqlêk û hîç gwêçkeyekî bêzarî
Em serdeme lêm wernagrê!
Em sirûde
Her bonî qelay dimdim û espekanî dwanze sware û
Bonî keway paşakore û bonî topekey westa receb û
Bonî kerûy sedekanî nawerast û
Bonî qilyanî bapîr û
Bonî eşkewtekey 'hezarmêrd'y lê dê!
Min ezanim em sî-dîye hîç hetawêkî sibeynê
Xoşî nawê!
Hergîz hergîz
Nawiskî kakî be kakî û xalî û betal
Wişey sirûd û bangeşey tya şîn nabê!
Sirûd ne cêgey qemsele û
Şî’ir ne cêgey betanî û agirdanê nagirnewe
Witar nakirê be raxer û
Manşêtî hîç rojnameyek
Nakirê be palto û milpêç û
Kam xutbey germ û gur heye
Agirê bo pencey tezîwî minalêkî naw befranbar nakatewe!
Min em sirûde çî lê bikem!?
Ne etwanim bîdem be qatêkî lenge
Ne etwanim bîdem be cûtê pêlawî taze
Lebatîy kirêy yek rojîş xawenmalîş lêm wernagrê!
Em qisane
Ne etwanim wirdî kemewe bo pas û
Ne şerbetêkî mêwijgî pê ekridirê û
Ne selkê sabûnî reqî bo daykim û
Ne be dem rêwe xwardinî sendiwîç û hamburgerê
Ger wayş nebê
Em sirûde zor pîr buwe
Pîr pîr pîr
Çiqey mêjûy derkirduwe û
Rohî gencim lew nagat û
Lem leşeda
Yek demarî xoşewîstîy nabziwênê!
Min gencêtîm leser cadey seholeke
Bem hawîne
Qalbêke le seholî çawerwanî û dilop dilop etwêtewe
Min gencêtîm leser cadey seholeke
Wekû pişîley bonkerî ber dem dergay risturanit û
Ya xud wekû qutwî kokay leşqupawî lê hatuwe!

Rojtan baş!
Roj baş!
Min nawim pişîleye
Be netewe kurdim û be ayîn mesîhî
Hendê kes be 'corc'yiş bangim eken
Îste bêkarim
Belam maweyek lemewber
Sa’ûrî taqe kilêsakey em şare bûm
Minî pişîle yan corc, bapîre here gewrem
Yekêk buwe le pişîle dewlemen û xêrxiwazekanî naw malî kerîmî eleke
Ew bapîre pişîleye, ewende pişîleçak û bexşinde buwe
Le giranîye gewrekeda neyhêştuwe yek pişîley hejar lem şareda, leber birsêtîy bimyawênê û hemûyanî têr kirduwe
Ca pişîley mesîhî bûbin yan musliman
Min bew dwayye û her leser em cadey sehole "kameran"m nasî
Gelê car ew basî dayke kilolekey û xuşke qeyre bedbextekanîm bo
Ekat û minîş basî çwar bêçuwe reş û rûtekanim
Îste herdûkman rojane letaw birsêtî û bêkarî
Berdewam emyawênîn
Min beramber xawenî ew ristorantew kameranîş beramber be nîştîman!
Belam herdûkîşyan le xitelêkirdin zyatir hîçî tirman nadenê!

Ew roje nîştîman bûbû be xawenî ew kargeyey ke min dûkelkêşî ’umrî û
Ke min tozî çîmentoym
Hemû rojê wek birûske peya ebê
Destî rastî le gîrfane û
Boynbaxî heta xwar nawik hatuwe û
Gulêkî sûr be yexewe û
Be sermanewe ewestê
Lêdanî dilman ejmêrê
Çaw ebrête kiranewe û nuştanewey pencey destiman
Peyta peyta be nawmanda dêt û eçê
Le deqîqeyêk, çirkeyêk
Le yek wiçanî azar û
Le pişûyekî henase û
Le yek danîştinî xem û
Le begîrwestanî piştê û
Le sirînî firmêskî kes nabûrê
Wa hest ekem
Nîştîman xoy dernefîze û serim burxû
Nîştîman bo xoy çekuşe û minîş bizmar
Min qalb û ew çîmento
Ew mengene û minîş hawar
Nîştîman bote pasewan
Beser deng û rengimanewe
Garde be dyar nîgaman û
Werdyanîş be dyar cûnî parokanî
Demmanewe
Emşew nîştîman le xewma bûbû be yek nanî gewre
Minîş birsî birsî birsî
Wextê wîstim parçeyêkî lêkemewe
Nan buwewe be hewîr û
Hewîr buwewe be ard û
Rêçke rêçkeyş le ardewe
Kêç û espê hatne derê!

Em katew baş!
Min nawim behare û le to eçim
Weku yek cwanîn û weku yekîş
Be dem gulekanî ayndewe pê’ekenîn!
Belam cexar
Weku yekîş û pêkewe le nîştîmanî kilora kilor emrîn!
Em nîştîmane!
Be tenha û be tenha minî bo xoy ewê
Nîwey sewzayîmî dawe be kenîzekekanî
Nîwey dirextî bexşîwim be bexa
Nîwey seyrangekanmî leser pêkenînekanî xoy û xizmekanî tapo kirduwe
Nîwey rûbar û deryaçemî dawe be komelê girdî ’emamebeser!
Em nîştîmane minî beharî raperînî pîr kird
Goranyekanî kirdim be polê balindey balişkaw
Be xewnî dem ba
Em nîştîmane wekû to ey gencî ser cadey seholeke
Goranîye sewzekanî minîşî zerd kird
Wek çawî to çawî gelakanî minîşî tarîk kird
Wek destî to destî liqekanî minîşî şikandewe û
Wek şe’rî to ey gencî ser cadey seholeke
Şe’rî minîşî wêran kird
Le êsteda lenaw cestey em nîştîmane berêzeda
Le gelerîyekanî serî ewa
Degmenin ew tabloyaney to hezyan lê bikeyt û helyanbijêrî û bitewê be dîwarî rohta helyan wasî lenaw gerûy em nîştîmane azîzeda
Leser hemû şanokanî leber dem hemû maykirofonekanya
Zor kemin ew peyvaney to hez bikey le dilewe gwêyan lêbgirî
Le dilewe tewqeyan legela bikeyt
Be dil pyaseyan legela bikeyt
Le êsteda dem û çawî nîştîman le dem û çawî pencereyekî çilkin eçê
Ke berdewam daxra bê û girj û mon û salê carêk pênekenê!

Em katew baş
Minîş nawim gulî dar hermêye
Belam wek ebînin reşyan kirdûm
Em nîştîmane riqî le rengî sipîye
Her ledway geşanewem dûkelêkyan hêna û be zor kirdyan be hawserim
Dwênîş teyrêkî naw memleketî befir
Teyre kiçê hat û le serim nîştewe
Pêm wit biro û le çaw win be hetakû neyan bînîwî egîna etden be rejû
Min gencêtîm leser cadey seholeke hemû rojê tenha dû çawî ebleqî naw boşayî û ser şeqamî bêhûdeyîn le dûrewe erwanin û destyan nîye
Min gencêtîm heta êsta kiçêkî bon nekirduwe
Destî be tirîfey memk û
Ber xermaney şan û mil û ber lence û larî balayek nekewtuwe
Min gencêtîm kewtûtewe naw şarekanî 'heram'ewe û
Celde celde kifryan le nawya çanduwe
Ewe kiçe?! yaxud xewne?! be berdemma dêt û deçê?!
Ewe lence û larî mêye? yaxud kerwêşkey serabî dûre deştê?!
Ewe memke?! yaxud wehmêkî naskî naw xeyale wa lerey dê?!

Em katew baş!
Min nawim kotre şînkeye û kiçim
Malekem wa lew gerekî minareye
Min le perubalî xom û le denûkim û
Le malekem û gerek û
Le hemû şitê bêzarim!
Min gimegmî heramî naw ayn û nîştîmanim
Min bom nîye dûr lew minareye bifirim!
Min bom nîye dûr le dengî minareke gwê le dengêkî tir bigirim!
Yan semayek legel befir û 'ba'da bikem
Yaxud destî kurî xewn û xozgem bigirim!
Min natwanim qijî xom bo cadekan û bo mosîqa û bo kotre şînke nêrekan hergîz derxem!
Min mêyney naw beharî qedexem û
Şew û rojîş lejêr çawdêrî dûrbînî minaredam
Balekanim boyan nîye be dû penceyş
Tewqe legel bale nêrekana biken!
Min çarenûsî heramim weku cestem
Gulêk heram
awêk heram
Goranîyekî heram û şerabî naw qesîdeyekî heramim
Ey kotre şînke nêrekey ser şeqamî seholeke
Wa girîman dawaşim key
Wa razîş bûy be pêy rênumayî berdekanî şerî’et û darî heddîş to min bênî!
Belam ey kotre şînke nêrekey ser şeqamî seholeke
Ewsayş min her bo to nabim! to çît heye?!
To her hewa û xolit heye
To her zîwî mangeşew û to her zêrî hendê peyv û miştê mirwarî naw şî’ir û xanûyekî xewnit heye!
Belam minarekey bawkim zêr û zîwî helwasrawî ewdîw camxane gewrekey zeringerî rasteqîne û pare û pûlî zîndûy ewê!
To çît heye? cige le xot û daykit û xuşkekanit ke le bazarî xudada be hemûyan xutbeyekî cum’e naken!

Silawêkî dûru dirêj!
Min nawim 'pirç'e
Nîştîmanim serî jinêke
Le sê lawe gemaro dirawim
Be hîcab!
Çendîn sale zîndanîm
Ne hetaw etwanê
Serdanim bikaw
Ne 'ba' û
Ne ehêlê biçme derê û
Rêgeş nada
Be hîç şî’rê yan awazê
Ke bêne lam
Welê îtir
Min be nehênî
Legel pencekanda rêkewtûm
Emşew zîndaneke ebrîn
Azad ebim
Le dwayîşa
Hîcabekeyş edeyne dest
Çexmaxeyek
Leser beriztirîn lutke
Be berçawî mêzerekanî dinyawe
Bîsutênê!
Le nakawê lew serewe, legel xolbarînî tazey dyarîy byabanî xwarû
Dîsan nîştîman dêtewe û wek dîwar bim
Emcareyan bangeşeyek çon berwanke be ber singima hel’ewasê
Û her ewende û ew erwat û legel desteyek tifengida be xêrayî be lay min û
’erebaney handîkapê û dû swalkera tê’eperê
Ewsa minîş çon hewrêkî nizmî serşar
Wek birînêkî bê hetwan
Yaxud wekû goranîy ’eşqêkî gîraw lenaw qefezî mergêka
Azarim ebê be deng û azarim ebê be reng û
Lew qefeze ra’eperê û
Berwankekem edeme dest 'ba'yêk le xom weristitir û tûretir û
Lew sateda le naxî naxî naxewe û le binewe
Kilpeklipê le şêwey agirêkî genca lirfe eka û ser derdênê!

Beyanîtan baş!
Min nawim 'dîwar'e
Kewtûmete ser şeqamêkî giştî
Be dirêjayî bêzarîy dirêjim û
Be berzî tûrebûnîş berz!
Herçî diruşmekane be mina hel’ewasrên
Herçî posterekane le min edrên
Le sed diruşim yekêkî tya nîye şitêkim fêrbikat!
Le sed poster yekêkî tya nîye dilim xoşkat!
Her dwênê bû
Le 'ser'mewe ta kelemustî pêm
Diruşmêkyan pya helwasîm
Ke xwêndimewe
Şerim terîqî kirdimewe
Min dîwarî wilatê bim
Diroy kete û gewrey wehay pya helwasrê!

Em katetan baş!
Min nawim 'narezayî'e
Le daykibûy şarî yaxîbûn û gerekî birsêtî û kolanî kwêrewerîm
Lêre bedwawe min ser be hozî bêdengîy nîm
Min rêbwarî ser rê û banî heta hetay çawerwanî û
Diruşmî bêdest û qaç nîm
Lemro bedwawe min hawwilatîy xerîtey nîştîmanêkî dizraw nîm
Nîştîmanê hemû carê yan penceyekî efrênin
Yan gwêçkeyêkî û yan çawêkî win eken û
Yan wişeyêkî zîndebeçal eken û
Keçî ne hawarê ekat û
Ne birînêkî ra’eçlekê!

Silaw le hemûtan
Hermewwitan
Min nawim 'derd'e
Paşay beşêkî zorî em memleketem
Binke dyar û bilawekanim lenaw ew gund û gerek û kolan û nawçe xamoşana dirust kirduwe ke milkeçî yasakanmin
Hawwilatîyanim berdewam le tenîştimewe rakşawin
Kesyan tya nîye be pêwe rabwestê
Padşay tendirustîş le minewe dûre
Naw be naw hereşem lê eka
Belam destî namgatê
Zor carîş minî bîr eçêtewe
Min le wilatî wekû êreda bextyarim û ’umirim dirêj
'narezayî' le şêwey gerdelûlêkî tûreda gerayewe û
Lew serî şeqame bêzarkewe hawarî kird:
Toş ey bînînî bê xewn û nizmifirî naw rojgarî her be tenha reş û sipî
Ey se’atî xewlêkewtûy ser sehol û zengî bêdeng
To ew çawanew bo çîye?
To ew destanew bo çîye?
Ger temaşat ger firîn û gerûy xot û ser û milî xot negorî?
Mirdin bînînî bê xewnî zînduwane û ayndeş destî zengilêdan
Em mêjuwey min xemsarde galîskeyeke ta gwêçkey espekanî le raburdûda çeqîwin û bakî nîye
Xoşewîstîy balindekanî her hemû lenaw hewayêkî kip û wefay hemû jinekanî le nizarêkî reşpoşa cêhêştuwe
Em mêjuwey min kilîlî dergay sal û dergay hetawî dahatûy lêkewtuwe û boy nagerê û bakî nîye
Ew be tenha nînokekanî xoy dawe bem neweye û derwazey em nîştîmaney
Leser heyranî rûbar û
Leser hawarî şeqam û
Leser pûkepûkî nan û
Leser henasey ’aşiqan daxsituwe
Ey mêjûy fûdraw be heway xururî şax û dax
Şanazîy hel’awsaw le cestey efsane û daristanî diroda
Çît heye?
Rêzbendî serwerît be tenha zincîreberdêkî rizîwin
Zincîre sedeyek, zincîre dûkelê zincîre peyvêkî bê qaçin û naron û
Le lezmî xoyana çeqîwin
Ey mêjûy satûrî hemîşe palkewtû
Bawêşkî cîhan û kîselî zemane
Min lêre be dwawe natwanim qet hergîz natwanim pêw bilêm
Ke rîzeşanazîy awsawit zor cwane

Pasarîyek be bawkî wit:
Serî min serî to nîye babe
Serî min serî to nîye
Min firînêkî cyawazim
Serî min pir cirîweye û serî to pir xolemêşe
To serit dawete destî 'ba'y rabirdûy bapîrem û
Kuneborî eşkewtekan
Ewende kon û beserçûn
Hênde reş û hênd nisirmin
Bonî gogirdî mirdin û bîrçûnewetan girtuwe
Min le serma rûbarî awêne heye û
Min le dilma reng hel’eka û
Reng hajey dê û
To firînit girmoley naw hêlaneye
Min firînim be çawî bal qûlayî asman ebînê!
To dengî balit nûsawe û gewcêtît bote yeqîn û
Min şeqjinim pir pirsyare û
Guman çawme û
Xoşewîstîy le denûkma bo sibeyrojim exwênê!

Şa’îrêkîş le nîweşewa çirandî:
Min bawkim nîm heta le rêy şax û dax û dûkel bonî barût û şehîdewe
Em nîştîmanem nasîbê
Min ew mêjuwem nedîwe
Bo rojêkîş neçûmete jêr dewarî û
Bo carêkîş çîye swarî espî derbenêkî nebûm
Yek xewîşim be xwênî daruberdewe
Be zirîke û qîjey aw û
Be rakirdinî dirext û
Be sêdarey hepesaw û
be paytextî qemekanewe nedîwe!
Min bilêm çî?!
Ew eşkewtane nanasim
Ke hawrêy şemşemekwêre û bawkim bûn
Hîkayetî ew hîlaneşim bîr nîye
Ke ew eyangêrêtewe
Çawî min dûr dûr roştuwe
Ew tixûbey cêhêştuwe ke lay bawkim dwamenzile û
Lew rengey têperanduwe
Ke lay bawkim taqe renge û
Ew dengeşî le gwêya naziringêtewe
Ke lay bawkim tenha denge gwêy lêbuwe!
Em bawkey min le îsteda
Le dolabêkî textey kon zyatir nîye
Ke her bo firêdan başe!
Le radyoyêkî perpûtîş zyatir nîye
Ke hîç kes naykatewe ta bîbîsê
Le şûşeyek merekebî wişkewbû zyatir nîye
Ke yek wişey pê nanûsrê!
Em nîştîmaney min taqe nîştîmane
Salî carêkîş xoy naşwat
Heta emroyş hemû carê bawkim legel nîştîmana
Qireqrî eweyane erz xire yaxud texte!
her şewêkîş ke nîştîman bawêşkî da
Bawkîşim rêk beramberî bawêşk eda!
Herdûkîşyan direnganê leser çirpayekî darî cîrecîrker
Be cût xewyan lê ekewê
Bo sibeynêş çêştihengawê hel’esin û
Dîsanewe ew xewane bo yektirî egêrnewe
Ke be dwênêwe dîwyanin

Egêrnewe min dway mergî ew newroze ledayk bûm
Tabûtekey le gulale û darî çwale û laske nêrgiz çê kirabûn
Egêrnewe tarîkî mamanim buwe
Çawim lenaw ser hewrêkî betalda pişkûtuwe
Ew kate taze be taze le şaxewe hetaw geyştibuwe şar û
Ew kate taze be taze cadey tirsaw pêy girtibû
To nîştîman! hemûy komele werzêke nawit be gwêm aşna buwe
Min tom tenha lenaw bazarî rêklam û
Zimanlûsî diruşim û şaşey tîşkekana dîwe
Min tom tenha le rê û banî ew hîkayet û şe’raneda bînîwe
Ke hendê car bawkim legel rîş û simêlêkî zibra eyhênaye jêr lêfewe û
Hereşeyan lê ekirdim û
Minalîmyan wekû kotrê etoqand û
Be darêkî estûrwe pirsyaryan tya raw enam û
Le dwayîşda bawkim be zor be bê ewey xoşim bwên destî pê ekirdime milyan
Dûrawdûrîş lew zyafete gewraneda û leser xwanî dûr û dirêjî wirgin û xebxebedar toyan nîşanî min dawe
Yaxud leberdemî banke berzekanî ewrupada ke hemûyan nihom nihom pê ekenin û toyş layanewe westawî
Toyan nîşanî min dawe leser burcî bextî gewrey benderêkî bazirganî yaxud lenaw wêneyeka
Ke şerî nawxo be deste sûrekanî xoy girtiwêtî û
Qateket xwên eçêtewe û
Çon tep û tozî pişteweyş bê derbestî
Min tom bew core bînîwe

Em katetan baş!
Min espêkî kurdî kujrawî şerî nawxom
'kadane'm û resen resen
Ew espey tir ke minî kuşt amozam bû
Ewîş dîsan resen resen
Herweku min kadane bû
Jinekey ew
Maynêkî yalzêrînî kiçî xom bû
Welê ew wextey nîştîman ehîlênê
Hîley ême bêdeng ebê!
Şewêk meyterekem witî:
Ebê ew amozayet bikujî
Witim boçî?!
Witî çunke ew espêke
Le hîley ême laydawe û
Rengêkîkey lexo dawe û
Simkolanî û çepokanî hereşen bo em heware û
Wa biryare îtir nejî, taze nejî!
Belarêyekî naw fêla çûme serî
Belam ber lewey bîkujim ew kuştimî!

To nîştîman!
Ey ew pyawey le qulley berzî
Xururî naw sertewe erwanîte xwarî xot û bo carêkîş danabezît
Bo naw gurdemî birîn û lay payîzî em hemû jane çawerwanane!
Êwareyek le pyaseyêkî dirêja
Dirêj be qed tunêlekanî bedbextî û azarî xelk
Tenyayîm dûr dûr birdimî bo ew binarî xemane û
Bo lay payîzî jyan û
Bo lay gijugyay cwanemerg
Lewê bo yekem car tûşî
Ladêyekî kerukal bûm
Her çonêk bû, be dest, be ser, be çaw, be qaç, têy geyandim:
Ewetey ew heye ne xwa
Rojê serêkî lêdawim û
Ne pêxember û cubrîl û ne buraq û ne xelîfe û ne emîr û ne walîyekanî hikumet
Dway ew qelebaçkeyêkim bînî
Bêwejnêkî yek balî nabîna bû
Witî: ewetey minîş hem
Carê nemdî ne çirayêk bêt bo lam û
Ne yek kewiçk deway derd û
Ne betanî û bereyêk û
Ne kiras û kolwaneyêk
Pyasey dirêjim birdimî, her birdimî
Mirawîy yek qaçim bînî
Kotrî bê denûkim bînî
Kerwêşkî bê gwêçkem bînî
Gwêdrêjî bê qepoz û mangay bê gwan
Rêwî bê kilk, espî bê yal
Awî lal û dar û dirextî bê qij û rezî mirdûy zorim bînî
Kotelî dirêj birdimî û her birdimî
Wextê lew ser geramewe, nîwe şewê
Hewrî çawim her ewendey aw pê mabû
Be bêdengîy helîgrê
Bo dwayîn qulpî giryanî qesîdeyêk!

Kameran ew kiz kiz, perit perit
Dûkelêkî piçir piçir
Awazêkî dûkerit dûkerit
Cadeyêkî şeket şeket
Bîrkirdinewey bilawbilaw
Dirzê le dirzêkî tira
Tirsê le tirsêkî tira
Çun rayelî termî rê rê
Ser berewxiwar wekû cestey şemşemeyêk
Xo helwasîw be binmîçî eşkewtêka
Terîw terîw, le sûçêkî bezeyîda
Dyar û nadyar, heye û nîye, ejî û najî, emrê û namrê deng ebîsê
Dengî cya cya, dengî çeqo, dengî sîsirk, hawarî şew dengî pêy berd
Çirpey çirpe, nûzey nûze, deng ebîsê ew dengane beyeka dên
Dengin yektirî eşkênin ew gwêy lêye hareyan dê
Dengêk fermanî edatê: xoy bikujê
Dengêkî tir destî egrê ew dengane lenaw yeka çir ebnewe
Erjêne naw emewe da’eçlekê
Areqêkî sard der’eda leberdemî dîwarêka ehepesê dûkerit dûkerit
Îtir destêkî lêreye û destekey tirî le sefer
Qaçêkî cêgîr le mala û qaçekey dîkey derbeder
Dûkerit dûkerit, nîwey mişar, nîwekey tirî kir kir kir ebrêtewe
Le yek sata, nîwey cestey be berzayî ruwanînêka hel’egerê û
Nîwekey dîkey bo xwarê bere û girî kilpekirdûy naw dolî qûl da’egerê
Sa’ûr(’erebî)= xizmetkarî kilêse
Kadane= espî resenî be esil le rûsyawe hatû

Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî