
Derdî dûrî zor girane dilbera hêcran bese
Dil wekû perwane sûta çawekem sûtan bese
’aqlan şeyda debin rûbendî ser rû lamede
’aşiqan kuştey cefatin qetlî mezlûman bese
Murxî dil pabendî dan* û dawî xale û zulfî xaw
Gîrî bendîxane ta key? bendî bê aman bese
Herçî bû* birdî be talan turkî mestî çaweket
Taqet û sebir û qerarim pê nema talan bese
Şahîdim firmêskî xwênîne ke to cergit birîwim
’aşiqî rûtim eger teqsîre ger tawan bese
Gencî ’îşqit pir be wêraney dile û min pêm keme
Ta zyad bê çawerêy dîşim melê îhsan bese
Ger qisey ’îşqî gul û bulbul le lat efsaneye
To gulî xendan û emnîş bulbulî giryan bese