Xelat Xalîd Dilêr Xalîd Dilêr

Ey Qumrî

Bi dengê: Xelat Xalîd Dilêr û Xalîd Dilêr
Diyalekt: Soranî
98
Ey qumrî
Bo egrî?
Serim sûrmawe qumrî
Bo egrî?
Bêbak dêyt û helefrî
Bo egrî?

Dûrî le azarî des
Bo egrî?
Dûrî le daw û qefes
Bo egrî?
Legel gul hawrê new kes
Firmêskî çawî esrî
Bo egrî?

Min ke dem pir le sikalam
Bo egrî?
Lem jyaney le nawam
Bo egrî?
Belam birwayî û hîwam
Rêgey bêzarî ebrî
Bo egrî?

Giryan çarî derd nîye
Bo egrî?
Çekî rêy neberd nîye
Bo egrî?
Dûr le xewş û gerd nîye
Rêy wireberdan bigrî
Bo egrî?

Ey qumrî
Bo egrî?
Serim sûrmawe qumrî
Bo egrî?
Bêbak dêyt û helefrî
Bo egrî?
Honrawe: xalîd dilêr