Awat Bokanî

Namey Ewîn

Bi dengê: Awat Bokanî
Diyalekt: Soranî
36
Nazenîn ew nameyem cyawaze bot
Ta be key dûrim dekey awa le xot
Eşkî çawe û xwênî dil xamem nîye
Nazenîn lew şêweye namem nîye
Name na, hawar û dad û naleye
Şerhî halî em jyane taleye
Carubar tenya ke bûy bîxwênewe
Her nebê awam we bîr xo bênewe
Yad bike yadê le rabirdû le min
Yadî ew rojane herçend bê kemin
Yadî ew damawe bê fêl û diro
Yek dilî pir xoşewîstî da be to

Bo deroy bo manewet çît lêm dewê
Çî delêy razîm emin her namewê
Herçî kirdim ta le ’eşqim têbgey
Daxekem to sazî xot her lêdedey
Ew ewîney xot le min mestênewe
Her nebê ew careşim hestênewe
Xoşe em care bikey yadê le min
Ger bipirsî gyanekem dadê le min
Şad debim bew rohe pir azarewe
Bem derûne pir le tîn û narewe
Yek henasem pê bide zîndûm kewe
Gyanekem mirdûm were gyanim dewe

Bêkesîm dîwe be halî xomewe
Aşna dedwên be tane û lomewe
Xom le xom namo û le xoşmida winim
Nazenîn namo û xerîbî şar minim
Bêkesî wek min nîye lew barewe
Baweşt emne lewê bimşarewe
Kiz le goşey bêkesî her naleme
Yadî to hawrêy hezaran saleme
Ew demey yadit dekem serxoş debim
Dême nêw baweştewe bêhoş debim
Lêwî wîşkim ger be maçê ter bikey
Baştire takû legelma şer bikey

Hest dekem bûnim be bûnit besteye
Bûnî to şi’ir û meqam û risteye
To nebî dinya le min wêraneye
Xizim û xêş pakî le min bêganeye
Hatinit cêjin û sirûd û şadîye
Serbexobûne gulim azadîye
Ba bipêwîn konerêy şazî ewîn
Lê bideyn bo manewe sazî ewîn
Çî wişey nask le nêw mêşkim heye
Çî şyawî xoşewîstîy êmeye
Gul bibarênin be dêr û bestewe
Nawî to gul bê le nêw helbestewe
Xot bixe nêw bawşim, sard û sirim
Ba be tînî xoşewîstît gir girim
Honrawe: kawe daşbendî