Hesen Germyanî

Êwarey Payîz

Bi dengê: Hesen Germyanî
Diyalekt: Soranî
72
Ay dîsan çûme jêr balî reşî şewgarî tenyayî
Ay dîsan debê biçêjim jarawî talî cudayî
Derom detirsim delerzim le pelamarî motey şew
Dad le des ew diley we xem
Ey dad le des çawey bê xew
Way le des ew çawey bê xew

Nazdarêkî çarşêwbeser be tenîştimda têperî
Be gur* hat û tund qîjandî rûteleyek be bedferî
Kemê rawesta ca raburd ew lawey cadey epêwa
Dyar bû xêsêkî dabûye ew şoxe le bin çarşêwa
Ta tarîkan peyda debê çol û çoltir debê cade
Ne dête der kîjî lebar ne radbirê lawî sade

Dûr qaqayekim gwê lê bû detgut gullem pêwe denê
Çon be êwarey payîzîş î wa heye pê bikenê
Xeyalim bibû be wişe nemzanî kes be dwamewe
Dengêkî lerzok û nerim bespayî cwabî damewe:
Belî hen û yekcar zorin bazirganî firmêsk û xwên
Belê hen û pê dekenin be ser be heş hey be mil be kwên
Ay dîsan çûme jêr balî reşî şewgarî tenyayî
Ay dîsan debê biçêjim jarawî talî cudayî
Derom detirsim delerzim le pelamarî motey şew
Ay le des ew diley be xem
Way le des ew çawey bê xew

Çawim le asman birî dilim hêndey dîke gîra
Gelê bîrewerîy dûrim* lepir hatnewe be bîra
Witim ke wa bû aşna beşî ême lenawçûne
Gutî na na dûr birwane dûr birwane aso rûne
Honrawe: hêmin
*: le honrawey şa’îrda "xar" û "konim" hatuwe.