Perwîn Moşîrwezîrî

Nazdarî

Bi dengê: Perwîn Moşîrwezîrî
Diyalekt: Soranî
409
Çawekem mexrûrî herwa? Yan xetay nazdarîye?!
Naze wa aloze çawit? Ya leser xûnixwarîye?!

Xem le min dêwanetir bû, şorşî dilmî ke dî
Derdî dil derdê girane û îletêkî sarîye...

Awrî şan û berokî xom edem şeyda ebim!
Çûn be eşkî xwênî cergim qrimiz û gulnarîye...

Natwanê pê be eşkî xoy bnê têper bika
Meşrebî aşq leser resm û meqamî harîye!

Min be şwên dilma geram, şwênî be xwên dozîmewe!
Çon le rawçî gum ebê, seydê ke xwênî carîye?!

Qan’î boye le hîcra xew le çawî nakewê?
Qaîdey hes hes wehaye kewte şew bêdarîye...