
Beynêke gerdûn gorawe yekser
Hîç û pûç û dêz wa exate ser
Gerdûn to bî û xwa raweste carê
Lem çerxe kone min bixe xwarê
Zam ke kone bû bot nabê derman
Şexrey lar û şil kake nagate xerman
Pêlaw ke teng bû naçê be pêda
Şêt û jîr naçê qet be yek rêda
Hezar dost bê keme hemdîsan
Şerte dos xot bê kake ne pare û gîfan
Belam dax ekem a lem zemane le seda newey refîq gîfane
Witî behar hat ebme mîwanit
Witî behar hat dêm bo serdanit
Şewêk be taybet ebme mîwanit
Behar beser çû geyştîne payîz
Belam qewleket diro bû azîz
Yarî gerdinberz nazarî çawreş
Le baxî cwanît memanke bêbeş
Temen dû roje ba tenya nebîn
Be xoşewîstî legel yek bijîn
Le dûr dyare şoley çiraket
Tasetim kirduwe dildar be mergî biraket
Qesem be xalî çalî çinaket
Dildarî nakem le dway balaket