’ezîzxan Saburî

Bêwefa

Bi dengê: ’ezîzxan Saburî
Diyalekt: Soranî
57
Bêqerar mawim û şeyda hemû kat aware
Yarî çawşînim çît lê ha wa lêm bêzare
Bêqerar mawim şeyda hemû kat aware
Yarî çawşînim bêgunah wa lêm bêzare
Gulî baxî jînim her ew bû
Şemî qelbî tarim her ew
Bêwefa terkî kirdim
Gulî awatî birdim
Mam be tenya

Be temay ’îşqî pak û mîhrî rabirdû
Jyanî pir le awat ’umrî babirdû
Xunçey jyanim her ew bû
Çiray umîdim her ew bû
Bêwefa terkî kirdim
Gulî awatî birdim
Mam be tenya

Were lam çaw’estêre boçî wa lêm zîzî
Qesdî gyanîşim to bikey her bom ’ezîzî
Were gyan û rohim î toye
Xunçey jyanim î toye
Bêwefa terkî kirdim
Gulî awatî birdim
Mam be tenya

Were lam çaw’estêre boçî wa lêm zîzî
Qesdî gyanîşim to bikey her bom ’ezîzî
Hejarim bulbul ’îlacim ke hawderdî xotim dermanim ke
Bêwefa terkî kirdim
Gulî awatî birdim
Mam be tenya