Heme Ceza

Bimbînewe - Qetar

Bi dengê: Heme Ceza
Diyalekt: Soranî
37
Bimbînewe bimbînewe
Min serêkim nazekanit bo heldegirim
Min dilêkim bergî berî tasekanit le janî xom bo heldedirim

Bimbînewe bimbînewe
Min sîhrêkim ke maçit kem
Ser derdênê û filiçk egrê
Telîsmêkim wişekanim xoşawêkit pê denoşin
Her xoş bijî hergîz nemrî

Bimbînewe
Dildarêkim namekanit le elbumî yadî mina
Bimbînewe namekanit le elbumî yadî mina rakşawin
Cêge nûkî xamekanit beramberî kelley germî ’eşqibazîm hemîşe wa hepesawin

Bimbînewe
Rêbwarêkim erkî to gelê girane
Azarekan tenya be min detwênewe
Rêbwarêkî herzekarît pir le yadî tifit û tale
Tenya be min dexurênewe

Ey kiçî kok minîş wek to tînûyekim
Be firmêskî derûn nebê birim naşkê
Behar neyê be gul nebê birim naşkê
Takû leser singî nerimit şew nexewm birim naşkê
Ta le koşî ewînawî têr nesrewm birim naşkê