Heme Ceza

Şewe

Bi dengê: Heme Ceza
Diyalekt: Soranî
46
Şewe çawanim bawanim nanîşête xew
Derûnim keyle û azîz gyan bo henasey ew
Şewe çawanim azîz gyan lêl û nîştuwe
Şewe çawanim bawanim lêl û nîştuwe
Daxo le sîney azîz gyan kê helnîştuwe
Daxo le sîney bawanim kê helnîştuwe
Şewe çawanim bawanim nanîşête xew
Derûnim keyle û azîz gyan bo henasey ew

Hendem wenewz da bawanim ey be dem daxewe
Neçûme baxçey azîz gyan hey gulebaxewe
Hendem wenewz da azîz gyan kewtim be laye
Her nehate gwêm azîzim dengî leylaye
Şewe çawanim bawanim nanîşête xew
Derûnim keyle û azîz gyan bo henasey ew

Hendem wenewz da bawanim hey xewm lê zira
Şew direng dahat azîzim umêdim bira
Hendem wenewz da bawanim hey be bawêşkewe
Çend lêwim pê rişt azîz gyan be tamêskewe
Şewe çawanim bawanim nanîşête xew
Derûnim keyle û azîz gyan bo henasey ew