Hesen Zîrek

Dengîyan Naye

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
21
Erê helalan swêsnan derawyan datenî
Wêney xasesîyan le golanda firî
Memkoley yarî cwanim kirasyan dadrî
Dengyan naye û dengyan naye
Ayşîlêm nazîlê û dêt xirêdaye
Yarekem torawe û çî bikem xudaye

Erê be xirînge xirîngî wey cewahêran
Be xirînge xirîngî wey cewahêran
Yan be dostim bî yan be dezgîran
Sîngit kîsray baxçey ’êran
Sîngeket taqî baxçey ’êran
Erê dengyan naye û dengyan naye
Ayşîlêm nazîlê û dêt xirêdaye
Yarekem lêm zîze û hawar xudaye

Erê helalan swêsnan derawyan datenî
Wêney xasesîyan le golanda firî
Memkoley yarî cwan kirasyan dadrî
Memkî ayşîlêm kirasyan dadrê
Dengyan naye û dengyan naye
Ayşîlê û nazîlê û dêt xirêdaye
Nazîlêm lêm tora hawar xudaye

Erê bextêk le ezel syaçare bê
Bextê le ’ezel syaçare bê
Destî lê meden ba aware bê
Dengyan naye û dengyan naye
Ayşîlêm nazîlê û dêt xirêdaye
Ayşîlêm lê zîze hawar xudaye

Erê şerte kostî dil we ban kale kem
Her derkê biçim ah û nale kem
Le şwên xedrî to min sikala kem
Dengyan naye û dengîyane naye
Ayşîlê û nazîlê û dêt xirêdaye
Yarekem lê zîze û hawar xudaye