Mihemed Mamlê

Amîn Û Amîn

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
10
Erê wey rojêk le rojan hey ser le sibyanê
Yar kirasî nê ca biçte dîlanê
Yar kirasî nê hey biçte dîlanê
Amîn û amîn wey amînê seydî
Heste ba biroyn hey roj geyye zerdî
Heste ba biroyn ca roj geyye zerdî

Erê wey de bilên dawde cû hey danê dûkanê
De bilên dawde cû ca danê dûkanê
Parçey heldegirim hey bo neşmîlanê
Parçey heldegirim ca bo neşmîlanê
Amîn û amîn amînê çawciwan
Heste ba biroyn wey şew buwe be beyan
Heste ba biroyn ca şew buwe be beyan

Erê wey mizgên mizgênyê kiras hatewe
Pêy bilên be yarê ca bê bîbatewe
Pêy bilên be yarê hey bê bîbatewe
Amîn û amîn gyane amînê seydî
Heste ba biroyn wey roj geyye zerdî
Heste ba biroyn ca roj geyye zerdî

Erê wey yek le heywanê *?
Yek le heywanê *?
Awêney pê nê hey zulfan danêlê
Amîn û amînê amînê çawciwan
Heste ba biroyn wey şew buwe be beyan

Erê wey çira xamoş bû gyan dil xamoş nabê
Çira xamoş bû wey dil xamoş nabê
’îşqî kejalê qet feramoş nabê
Amîn û amîn wey wey amîne cwanê
Heste ba biroyn wey berî beyanê

Were heywanê tawêk birwane
Were heywanê gyane tawêk birwane
Do qolî goştin hey bo bazne cwane
Dû qolî goştin wey bo bazne cwane
Amîn û amînê amîne cwanê
Amîn û amîn amîn çawciwan
Heste ba biroyn wey şew buwe be beyan
Heste ba biroyn ca şew buwe be beyan

Hey dad û bêdad gyane lew diley naşadim
Hey dad û bêdad hey lew diley naşadim
Koçî koneyar wey kewtuwe be yadim
Koçî koneyar ca kewtuwete yadim
Amîn û amînê amînê boxom
Dinya deyzanê gyane derbederî tom
Dinya deyzanê wey derbederî tom

Erê wey serim sergerdan gyane pam le kotêda
Her mangêk dadê wey xemim zyad deka
Amîn û amîn gyane amîn çawciwan
Heste ba biroyn wey şew buwe be beyan
Heste ba biroyn ca şew buwe be beyan