Kolwanesûr Tobe Bê Çarokesûr Tobe Bê (derjê Babim Derjê)
Bi dengê: Mihemed Mamlê û Ehmed Şemal
Diyalekt: Soranî
42
Xalî kulimit be nexşe mirdim bo ew çawe reşe
Le taranê wekîl bim min lêw’alim pê xoşe
Male babim qirimizpoş leser çî dileket êşa
Ey derjê babim derjê derdim wa le gwêy banî
Babî guley be qurban bê xoy û xaw û xêzanî
Malê babim helîmê naskoley nazenînê
Derdêkî way dawmetê kafir halim nebînê
Kolwanesûr tobe bê çarokesûr tobe bê
Ey derjê babim derjê ey nûrî ’eynim kîjê
’ehdim kirduwe bithênim sed mindal memkit bimjê
Ey wey leser balay leylaye bûme pendî dinyaye
Leber giryan û zarî şew û rojim xew naye
Zulifit reşerîhane û sîngit kargî kemaye
Xo minîş wekû mecnûnî nemawim bo leylaye
Ey derjê babim derjê derdim wa le gwêy banî
Babî guley be qurban bê xoy û xaw û xêzanî
Ey wey şêt nebûm şêtit kirdûm pîr nebûm pîrit kirdûm
Deway çî dermanî çî taze leweyra birdûm
Be qed ’erz û asmanan ew gule du’ay lê kirdûm
’eqil û hoşim nemawe pakî be talan birdim
Ey derjê babim derjê derdim wa le gwêy banî
Babî guley be qurban bê xoy legel xaw û xêzanî
Babî guley be qurban bê xoy û xaw û xêzanî
Ey wey xo min hezretî xizir nîm ’umrêkî tûlanîm bê
Lêqewmaw û feqîrim hîçkes be dostim nabê
Hat rabird bejnê barîk rebî be çawe nebê
Şeş dangî mulkî mukiryan qirbanî çawêkî bê
Ey derjê babim derjê derdim wa le gwêy banî
Babî guley be qurban bê xoy û xaw û xêzanî
Ey wey zor ’eybe û zor îrade dînit birdûm be bade
Gulekem fermûy de biro to geda min şa lêm lade
Xo min boxom razîme babim min be to nada
Takû le dinya mawî wek min şêt û şeyda be
Ey derjê babim derjê derdim wa le gwêy banî
Babî guley be qurban bê xoy û xaw û xêzanî
Ey wey kolwanesûr tobe bê çarokesûr tobe bê
Min ew yarem xoş dewê fêrî tawil û hobe bê
Leser balay berzî to ê’damim bo sadir bê