Ehmed Şemal

Hate Xwar Ba Bête Xwar

Bi dengê: Ehmed Şemal
Diyalekt: Soranî
49
... sicnî taran
Êste yarim bendîye ne bay dîwe ne baran
Ba bête xwar û bête xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê

Derdit le malim sêwê bay le biskan ebzêwê
Her ax enoşim kesim ay le pay kosaran
Eger nemdeytê maçê des dekem be cinêwê
Ba bêne xwar bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê

Erê çawit estêrey rojê legel mangê degerê
Ba birînanim derman ke be destî leyl û merê*
Rohim teyrêkî tîjbal rebî le dewrit gerê
Ba bêne xwar bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê

Beyanî zû heldestim hazir debim çêştanê
Dedem le tel bo tewrêz degirim textî taranê
*? karî emin û to hew dewlet pê bizanê
Ba bêne xwar û bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber perçemelarê

Erê teyr û tur û şehênê baz le asman dexwênê
Kak teha danîştuwe ser be ser dinya dênê
Ba bêne xwar û bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê

Derdit le malim nazdar sîngit kwêstanî serkar
Wek melay dwanze ’îlim be elfanda dême xwar
Agirî le min berdabû lence û larey *?
Bêne xwar bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber perçemelarê

Erê hezar car boxom demgut xozge be awî kanî
Hezar car boxom demgut xozge be awî kanî
Firmêsk ca bend naka leber sozey giryanî
Ba bêne xwar û bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê

Qyamet le jêr barî xemî min çemî
Mirdin çatre le pare kemî
Min desbetalim wêlim le şaran
her axirireşim kesim le payan

Ba bêne xwar û bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê

Erê çawit wek çawî qirjal birot perî reşedal
Çawit wek çawî qirjal birot perî reşedal
Ba leser to sicin bim le birî salê hezar sal
Ba bêne xwar û bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê

Qolbendî qolî zîwe çarokey hewlêrîye
De kiçê were berim de min merim leber bêrîye
De kiçê were berim de merim leber bêrîye
Ba bêne xwar û bêne xwar ba bêne xwar be carê
Dinyam lê buwe be zirêbar leber gêlgêlelarê
*: wêdeçêt lêreda "nîlûper" ke nêwî gulêke û nêwêkî kiçaneye dirust bêt.