Hesen Zîrek

Yala Şofir 2

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
64
Yalla şofêr yalla zû bige yarim
Zû bige yarî tuxwa wefadarim
Le dûrîy wî bêqerarim
Bîlla le gyanim bêzarim
Boy rengizerd û lêw be barim
Yalla şofêr yalla zû bige yarim
Şofêr maşînit landirewêre landirewêre
Şofêr maşînit landirewêre
Tund lêbxure metirse bwêre
Ger bigeye yarim xêra/xêre
Bîlla bê wî zeynim kwêre
Yalla şofêr yalla de bige yarim

Yalla şofêr yalla de bige yarim zû bige yarim
Zû bige yarî tuxwa wefadarim
Le dûrîy wî bêqerarim
Bîlla le gyanim bêzarim
Têkoşe rêk bixe karim
Yalla şofêr yalla de bige yarim

Şofêr maşînit otirposte
Pûlim dawe lêbxure derbeste
Bigere ew çaw meste
Çawbaz û ebro peyweste
Bimkujê heqî bedeste
Yalla şofêr yalla zû bige yarim

Yalla şofêr yalla de bige yarim zû bige yarim
Zû bige yarî tuxwa wefadarim
Le dûrîy wî bêqerarim
Bîlla le gyanim bêzarim
Têkoşe rêk bixe karim
Yalla şofêr yalla zû bige yarim

Şofêr maşînit şewerlête
Gazî deye defrê delêy cête
Yarim wêney maynî kwête
Tund tund biro karim pête
Qet qet melê ’aşiq şête
Yalla şofêr yalla de bige yarim

Le tenhayî şewî jîna enêm hengawî kwêrane
Nîye destêk derim bênêt le naw em gore wêrane
Le bêkesî û le bedbextî bûmete pîrî meyxane
Çun nîye cwanêk nîye şoxê serî gêjim binême ser dilî germî
Ke hîlakî leşim derka xewî ser baweşî nermî

Şofêr maşînit taksî şare
Tund lêbxure tuxwa lay êware
Bigere ew mezedare
Dil bo wî bêqerare
Cût memkî wêney henare
Yalla şofêr yalla zû bige yarim

Yalla şofêr yalla zû bige yarim
Yalla şofêr tuxwa zû bige yarim
Zû bige yarî merd be wefadarim
Le dûrîy wî bêqerarim
Bîlla le gyanim bêzarim
Boy rengizerd û lêw be barim
Yalla şofêr yalla de bige yarim