Hesen Zîrek

Çarokesûr Tobe Bê

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
59
Ey wey çarokesûr tobe bê û bê kolwanesûr tobe bê
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr gyan tobe
Min ew yarem xoş dewê bom bête tawil û hobe
Kolwanesûr tobe bê û çarokesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawil û hobe bê
Leser bejnê barîkê ê’damim bo sadir bî

Nerim û nol û gird û mird destim lebo memkî bird
Tûşî bûm le rêy kanî daway dû maçim lê kird
Kulmî sêwî lasûre têydaye xalî wird wird
Rebî malim wêran bê û min kifrî wam boçî kird
Kolwanesûr tobe bê û çarokesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawil û hobe bê
Leser bejnê barîkê ê’damim bo sadir bî

Ay leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Min ser keme ser ranit pêm dade bew desmale
Ger gule pirsî kêye ramjêne bilê mindale
’irûsim cûm ermenîm dînim bo to betale
Kolwanesûr tobe bê û çarokesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawil û hobe bê
Leser bejnê barîkê ê’damim bo sadir bî

Qet be mestim mezanin be jînim deyperistim
Destim gêra berokî cût memkî kewte destim
Hawarî kird wey daye û lepir serpencey gestim
Xizmîne memken lome ’aşiqî dû çawî mestim
Kolwanesûr tobe bê û çarokesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawil û hobe bê
Leser bejnê barîkê ê’damim bo sadir bî

Ey way way boxom dûrim naygemê kes nîye wilamî demê
Ebroy reşî hîlalî kewtûne jêr perçemê
Awrî le min berdawe xistûmye behrî xemê
Sûçî peçeket lade mang derkewê le temê
Kolwanesûr tobe bê û çarokesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawil û hobe bê
Leser bejnê barîkê ê’damim bo sadir bî

Çawit estêrey şewê kulmet dendûkî kewê
Awrit le min berdawe û lade sûçî çarşêwê
Rebî le pêşda bimirim mergim we pêşt kewê
Le min û le gulekey mêrdit kammanit zor xoş dewê
Kolwanesûr tobe bê û çarokesûr tobe bê
Min ew yarem xoş ewê fêrî tawil û hobe bê
Leser bejnê barîkê ê’damim bo sadir bî

De biro le min heram bî her wek şerab le şêxan
Hîç qewlî rastît nîye xeyrî diro û tefredan
Eger qewlim dedeyey rastewrast were kewan
Dena bew ne’lete bî ke xuda kirdî le şeytan
Çarokesûr tobe bê û kolwanesûr tobe bê
Çaroke sûr tobe bê kolwane sûr tobe bê
Min ew yarem xoş dewê û fêrî tawil û hobe bê
Ba leser dû çawî cwanit ê’damim bo sadir bî