Homer Noryawî

Şar Be Şar

Bi dengê: Homer Noryawî
Diyalekt: Soranî
34
Çil ebêt û bigre zêtir, ser eka xwênî dilim
Çawî xwênîne mehî min, wek dû çawî sergulim
Min ke ’umrêk damdehêna biskî peyvim şox û şeng
Êstê nasûrê le zarda boye wa sard û sirim
Roy temen taze le lay min, bêrewe şoxewşem
Kwanê tacî şahî min be, yek wişey kurdî dedem!
Ba leser to her hemû dinya bika lomem belam
Lêm netorêy to be tenya, padşay min sed sedem
Her kesê tosqale sozê pêm debexşê carubar
Rû le gulzarî ziman ka, pêyetî genc bêjmar
Sed wekû min êste lêren, her sibey xolî ber ba
Naw be çakîy kewte zarê, taze derwa şar be şar
Honrawe: homer noryawî