Hesen Zîrek

Çarokesûr Tobe Bê 3

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
66
Ey wey xalê leser singîye le hîçkes me’lûm nîye
Gird û minewer û cwane nîwlîrey pehlewîye
Malyan le goşey sablax le kin çiraberqîye
Awrî le min berdawe xuşke çikoley husnîye
Ey wey wey çarokesûr tobe bê kolwanesûr tobe bê
Min ew yarem xoş dewê fêrî tawil û hobe bê
Leser balay berzî to ê’damim bo sadir bî

Ey wey wey çawit wek çawî merê kulmet gulî şeş perê
Çawit wek çawî merî kulmet gulî şeşperî
Sîngit texte mermerî emnê guleket guleket leber gerî
Awrit le min berdawe emnê guleket leber gerî
Hey hey leserit gerêm mîwanim nakem şerî
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr tobe bê
Ba leser balay berzî to ê’damim bo sadir bê
Min ew yarem xoş dewê fêrî tawil û hobe bê

Ey wey wey wey nexoş û derdedarim tebim geywete çilî
’aşiqî qed û balay bûm webalim besto be milî
Awrî le min berdawe ew dû çawî be kilî
Piştêndî desrey hewrî deybestê be şil û milî
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr tobe bê
Min ew yarem xoş dewê fêrî tawil û hobe bê
Ba leser dû çawî cwanit ê’damim bo sadir bê

Ey wey wey bazî yane şimqarî
Kewî yane kewbarî
Kotrî le sîley carê
Ba leser to bimkujin wek kabray le bazarî*
Cwanî be milî min cwanî delêy bêçuwe tucarî
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr tobe bê
Min ew yarem xoş dewê fêrî tawil û hobe bê
Leser dû çawî cwanî ê’damim bo sadir bê

Yalla ya sultan hawar derwanête burhanî
Seydî kakecan hawar le mezray seholanî
Dilî lêw’al nerim key emcar bê bo rêy kanî
Ruhmî xuday le dilda bê min maç kem kulmekanî
Agadarî yarim bê kak ehmed le sulêmanî
Çarokesûr tobe bê kolwanesûr tobe bê
Min ew yarem xoş dewê fêrî tawil û hobe bê
Ba leser dû çawî cwanî ê’damim bo sadir bê
Ba leser balay berzî ê’damim bo sadir bê
*: kabray le bazarî: basî yek le dû keseye ke le mawey yazde mangey komarî kurdistanda kujrawe.
Kesêk le meydanî menguranî mehabad kesêkî dîke dekujêt. hoyekey dyar nîye. kabray bikuj le nêw qebranî mehabad dadgayî dekirêt û hukmî le sêdaredanî bo derdeçêt û be destî kurî kabray qurbanî dekujrêt. serçawe: mela resulî pêşnimaz