Dwênê şew bînîm le xewê
Leser cêy ber mangeşewê
Xom xizande ser cêy fênk
Nemhêşt ber henasem kewê
Zor be espayî û be nermî
Demim bird bo lêwî germî
Çawî helhêna û pêy gutim
Xewnim edî to hawsermî
Neyhêşt hestim
Girtî destim, lêwî gestim
Muçrikêkî xoşî daygirt
Sertapay henaw û hestim
Be sersamî
Be nakamî, bê aramî
Becêm hêşt beheştî xewnim
Çawim pir bû le giryanê
Pêkra ta melabangidanê
Têk’alan û des le milanê
Le nakaw dengî mela hat
Daybirîm le bejnî cwanê
Neyhêşt hestim
Girtî destim, lêwî gestim
Muçrikêkî xoşî daygirt
Sertapay henaw û hestim