Şêrko Bêkes

Êsta Kiçêk Nîştimanme - Beşî Sêyem

Bi dengê: Şêrko Bêkes
Diyalekt: Soranî
67
Le nêwanî dû çirkeda
Carêk perdaxêkî lêlî pir û carêk xalî wekû sikî
Carêk xoy wekû marmêlke dête berçaw
Carêkî dî wekû bewrê
Lenakawîş besezman û zelîl zelîl
Le nêwan dû çirkeda giryanêkî zor bekul û înca qaqay pêkenînê zulal zulal
Dûkerit dûkerit
Kertêkî buwe be geda û kertekey tirî be paşa
Kiz kiz, perit perit
Dûkelêkî piçir piçir
Giznigêkî sawa witî: to nîştîman!
Min nazanim elên rojêk buwe cwan bûy
Pir bûy le şewboy gencêtî û
Wirşewrşî xewî befir û
Pir bûy le awazî sipî û balî pirşing bo helfirîn
Elên ew rojey to legel azadîda
Qol le qola be zirîwe û birîskewe
Hatûne naw hewşey şewî zîndanekey em şarewe
Kes nemawe maçî dest û maçî qaç û xak û xolî jêr pêlawî êwe neka!
Newnemam û pîredar û pîreberd û gulî baxçe û
Sinewber û notey mosîqa û perdey şano û
Qafîyey şî’ir û şepqey çîrok û
Desesrî serçopî û çwarçêwey tablo û
Zerdexeney peykerekan û
Pepûle û mêrûle û goçanî pîremêrdekan û
Serpoşî pîrêjnekan û firfirokey minalan û bûkeşûşekan û
Şimşalekanî şax û gîtarekanî şeqam û
Pirçî kiçekanî zanko û bonî xoşî gerekekan û
Beşêk mirdûy serqebranîş legelyana û
Le pêşewe refîq hîlmî û bêkes û le helebcewe mewlewî û
Le xak û xolewe nalî û hemû hatûn be pîrtewe
To û raperînyan helkêşawe le gulaw û
Bo şewîş le dilyana dabezîwin û
Ta çend rojê her lew male mawnetewe
Min nazanim weku elên mustîle û baznî xewnekan ewende zor bûn
Kiçê nemawe jinê nemawe neyankirdibête dest û penceyan
Hîwakan ewende cwan bûn
Mal nemawe be tenîşt gulebaxekanewe neyanriwênin
Min nazanim elên to lew demeda
Em pyawe girj û money emro nebûy
’aşiqan xozgeyan buwe le naw parkî azadîda
Wêneyekit legela bigirin yan desêk bikene milit û maçit biken
To ew rojane le şebeqewe ta bûlêl le jêr çadrî awarekanî kerkûka bûyt û
Eçûyte naw kolanî xemekanyanewe û
Leber derga le gelyana da’enîştî û
Goranît bo ewtin û be sibeynêt enasanin
Weku elên
To ew serdeme em pyawe naşîrîney emro nebûy
A em baxçe pasfindeye û em elbûme zişte nebûy
To îsa mindalekan lêt etirsin
Jinekan ke etbînin dergay malekanyan da’exen
Eger wa birwa to rojêk be tenya emrît û
Legel daremeyteketa her ew qaçaxçî û
Dizane eron ke xot kirdinit be mîr û serdar!
Ew roje le sayey gulî jaleyeka hengêkim bînî
Leser gelayêk pifîw pifîw êcgar şeket rakşabû
Lêm pirsîy: ewe boçî wat lê hatuwe!?
Bebê ewey bal bicûlênê witî: bilêm çî!?
Ewey emsal kirdim û ewey kom kirdewe û ewey palawtim
Komelê zerdewale û zerdezîrey çekdar hatin û
Le çawtirûkanêka her hemûyan xiste piştî kulleyêkî pîkabewe û birdyan!
Le pêşa çolekeyêk witî: bonêkî ewene naxoş dêt serdar bê ser eka
Ew bone naxoşe lew dirextewe dêt
Direxteke witî: na lew malewe dêt
Malekeyş witî: na na lew kolanewe dêt
Kolanekeyş witî: na na lew şeqamewe dêt
Şeqamekeyş witî: le şarewe dêt
Şarîş witî: na na ewe bogenî hemû wilate
Wilatîş witî: hergîz hergîz
Ew bogene le rastîya le dest û dem û dawênî ew kesawnewe dên
Ke dirext û mal û kolan û şeqam û şar û wilatyan gişt dizî!
Ey pyawe berdîne bêwefake
Beramber serî xot û çawî xot û binarî xot!
To qet rojê nehatwîte em malî 'kameran'e
Serdanî xem û henasey sardî daykim û
Serdanî jûrî bewbextî xuşkekanim bikeyt
To agat le mit û mûrûy xemgîn û kirasî giryawyan nîye
Tenha carê û bo jemêkîş petateyêkî kulaw û
Çorê şorbat legel ême nexwarduwe
Tenha carêk legel razî pêlawî şirî êmeda nedwawî û
Meraqêkî kun kunî êmet nedawe be xota
Serit nexsituwese ser berdî serînêkî ême û
Şewêk le naw hodey azarmana nenûstûyt û
Kewçkê dermanit nekirduwe be demî şewêkî nexoşî êmeda
To ey nîştîman!
To çûzanî kirêçêtî çîye û rengî çone!
To lerz û tay sikî xalît negirtuwe
Tûşî let û pet bûnî derûn û pûkanewey hîwa nebûyt
Xobestinewe be towe corêke le xobestinewe be serabewe
Min wek ew pyawe xerîbane etnasim ke belata tê’epern û
Lewaneye carêkî dî hergîz netbînnewe
Min pênasey to bixeme gîrfanewe yan neyxem
Çî le bêkarîm û le bêzarîm û le diltengîm egorê! çî!?

Rê û bantan baş!
Min cûte pêlawe lastîke bewbextekey daykî 'kameran'm
Çen sale hawdemî qaçekanîm
Ke min tezîm, ewanîş etezin
Ke min pirûkam, ewanîş eprûkên!
Ke min awdizim kird, ewanîş exnikên
Ke le mal çuwe derewe ta egerêtewe minî legelim
Ke çuwe jûrewe ewsa îtir min be tenya leber derga emênmewe û
Da’enîşim û çawerêm
Min zor nizîkim le daykî 'kameran'ewe
Ew le serewe ax hel’ekêşê û minîş le xwarewe doş da’emênim
Ew temaşay xemekanî xoy ekat û minîş hengawekanî ejmêrim
Ay ke em qaçane rakerakeyane
Ay ke ew pencane damawin bem rojgare
Be dem henase sard û germekanmewe le pêlawe gencekan wird ebmewe
Ewaney rûmetyan birîqey dê
Pêlawe qijreşekan, qijsûrekan
Qonere kelegetekanî jinan
Sifurekanyan
Ewaney be hawîn hemû pencekanyan rût û be derewen
Muhecebekanyan
Ewaney hemû cesteyan ta lay pûz eşarnewe
Le werze cyacyakana min gwêm lêye
Em daykî 'kameran'e
Em jine paqle firoşe, qezwan firoşe, guleberoje firoşe
Ew denke paqlane çon elawênêtewe!
Ew denke qezwan û denke guleberojaney çend xoş ewê!
Min ezanim çi hesretê lew dileda û çi firmêskêkî lanewaz û
Çi temaşayekî bêwejin lew çawanedayh!
Min ezanim ta nûzey tya bê firêm nada û ta dwahengawîş becêm nahêlê!

Xanmekan!
Gwêçketan baş!
Min cûtê gwarey xuşkêkî qeyrey 'kameran'm
Hêşûyekim keleget û sipî sipî û
Be lamla wextê ke şorşor ebmewe heta nizîkî serşanim
Min zor kem eçme derewe û le naw qutuwe şînekema
Wers wers pal kewtûm û her le malim
Meger degmen heway derê helmijim û
Meger rêkewt qijî kurêkî ser cade bibînim û
Yaxud bonî xoşî nêrê bête lûtim
Bêzar bêzar her le malê û her le malê!
Pêrê xoştirîn rojim bû
Êware bû
Çûyne derê bo ahengê
Bo konsêrtî 'kamkar'ekan
Ke danîştîn wextê goranî helfirî
Mosîqa kewte lence û lar
Îtir minîş lay xomewe
Legelyana kewtime sema û
Le xoşîyana germ bûm û
Xerîk bûm xom bitrazênim û
Lew gwêçkane bême xwarê û
Rakem hetaku ser şano
Belam îtir xanmekem tund girtimî û
Daynamewe û witî nabê!
Heta konsêrtîş tewaw bû
Min her dilim lay ew kure 'keman'e bû
Ke be dengî ’aşiqaney pilpiley cestemî lerzan!
Wextê çûynewe malewe
Her ew şewe lenaw qutuweşînekema
Min le xewma destim le milî kemançey azîza bû ta beyanî!

Em katet baş min nawim 'şî’ir'e xelkî em zimanî kurdîyem
Rojê legel sê çwar çîrok û çend şanonameyek û yek dû roman û
Çend sitûnêkî rojnamewanîya çûyn bo lay nîştîman
Min be şî’ir serburdey baxçe bêwejnekanim bo xwêndewe
Çîrok hîkayetî ew taqme çawîlkeyem bo gêrayewe ke tezwîrî xoşeystî ew eken û
Metir be metir zewî qût eden û ke wextêkîş nîştîman be şew enwê
Le germey xewa pencemorî pê eken
Şanoyek hestaye ser pê û ew şanoname tirajîdyayey bo nîştîman nimayş kird
Ke çon hemû şewê bistê dû bistî cestey awdîw ekirê û
Ekterekanîş ewane bûn ke pêştir daykyan û bawkyan û bira û xuşkekanyan
Le mezatêkî nêwan nîştîman û ewdîwda herac kirabûn
Romanêkîş le hemuwan zyatir qisey kird
Le rêgey dyalogî dirextêk û berdêkewe wîstî ewe le nîştîman bigeyênê ke
Deryaçey mitmanekey caranî xerîke qetrebir bê
Çîrokî kurtebney sûrfilîş ke ta ew kate her le pêş xwardineweda bû
Bû be pişko û be rûy nîştîmanda helşaxaw û
Witî: pê’eçê lêre be dwawe aramgirtin le gomêkî meksewe bibête rûbarêkî tûrey be çepokanî serkêş û şepol şepol legel xoyda benderekanî diro ramalê
Sitûnî rojnamewanîş rûberû be nîştîmanî wit: qurban hezar pîneman dawe le qisekanit
Le leşt, le hels û kewtit belam îtir pînekanîş wers bûn û rizîwin û hîçyan pê nakirê
Wa çake minîş biçmewe be lay ’eşqe gerîdekey xomewe
Lêreda bû nîştîman tûre bû
Demî kefî kird nîştîman şêt bû
Qijî xoy rinîyewe
Nîştîman bû be reşeba û şax û deştî be 'ba' kird û
Witî: êwe birîtîn le taqmê buxtan û wişey çete
Milî şe’rî girt û be qaçe zilekanî şeqêkî tê helda û
Şe’ir berz buwe û le dwayîda kewte naw bermîlêkî betalewe
Yexey çîrokî girt û be deste zilekanî çend carêk raytekan û
Her lewêda çîrok wekû milwankeyêk piçrayewe û
Ewsa giskêk hat û ew nawey malî û
Xistîye tenekey xolî ber malî nîştîmanewe
Nîştîman le roman newî bîdrênê belam roman zor kete bû
Boy nedra û le dwayîda firêy daye naw agirdanêkewe û
Nextê newtî kird be sera û yek denke şiqartey lêda
Le dway ew nîştîman liç û lêwî şanonamekey kird û
Be pasewanêkî wit: em liç û lêwe her leser şanokey xoman bo ’îbret nîşanî xelkî biden
Le dwayîşa sitûnî rojnamewanekeyan kird be pajnehelkêşêkî gewre û
Le tenîşt pêlawekanî nîştîmanewe helyan pesard
Ey mêjuwe bêderbesteke
Ey nîştîmanî bê sifet
Min gencêtîm leser cadey seholeke hemû rojê çun awêneyekî wird û xaş le jêr qaçe zilekanta ebînim û keçî xotî lê gêl ekey!
Ey bawke bê dilekem
To le deftere giçkekey bîrewerîy mina le çend lapereyekî xolemêşî zyatirit nîye
Min bîrim naye le şaxa to çend reşebay jehrawî dujminit kuştuwe!?
Yan çend estêrey serkewtinit leser ew lutkane rîz kirduwe!?
Eweyşim bo ejmar nakirêt ke nîştîman
Xoy be destî xoy çend mêrg û çend kitêb û
Çend kêlge û çend gilopî kur û kiçî xoy kuştuwe
Min be hal her ewendem le bîre: rojêk çwar rengî kujrawyan hênayewe bo gerekekeman
Dû tabûtî sewze û dû tabûtî zerd
Dû daykîşim bînî
Ne sewz bûn û ne zerd
Herdûkyan xuşkî yek bûn û
Renge kujrawekanîş kurî herdûkyan.

Em katew baş!
Min nawim 'gaberd'e
Leser em berzayye ejîm
Çawim le hemû şitêke!
Emewê ber lewey ber barût û cade bikewm û
Nehênyekan legel xoma wird û xaş ken
Hendê qise heye bîkem: carêkyan her le pal mina
Boseyêkyan bo dû cogey bêgunah dana
Cogekan be dem goranî witnewe ehatin
Wextê geyştine berdemyan kuştyanin
Tenha leber ewey serçawekanyan cya bûn
Tenha leber ewey aweroyan lewan nebû
Min boxom ta dû roj le batîy aw xwênawim exwardewe!
Rojêkî tir taqmê hatin û her le pal mina
Tifengekanyan xiste ser pê û lûlekanyan kirde xwarê û
Ew sinewberaneyan kuşt
Ke hemû beyanîyek sirûdêkî sûryan be dem semayekî sûrewe bo balinde hejarekan exwênd
Ew sirûdey ke le sirûde bawekey ewan ne’eçû
Ew sirûdey le pênasey ewanî helnegirtibû
Belam ewey hergîz bîrim naçêtewe
Ew jine bû ke be nawî xwa û pêxemer û şerefewe
Çend berdêkî dirawsêy minyan lê best û hawîştyane gomêkewe!
Emro xemêkî serbal şîn le gomekey 'dukan'ewe
Be dem henîskî bay weşt û
Be dem giryanî şe’rewe firî û hat û hat û hat û
Wextê geyşit
Bû be lokeyekî mor û
Bû be sêberî kostêk û
Be espayî le tenyayîma nîştewe
Ey qumrî awî rencero
Ey hewalî serbal şînî jinî xinkaw
Dengî xinkaw!
'mang'y xinkaw!
’eşqî xinkaw!
Ey şajnî firmêskî çaw!
To pêm nalêy?
Le naw em hemû payîze cwananeda
Le naw em hemû gulale zerdaneda
Le naw em hemû şîwene şoxaneda
Em hemû çira reşpoşe û
A em hemû zayele kemerbarîke û
Le naw em hemû kotele germaneda
To pêm nalêy?
Malî minit çon dozîyewe!?
Leber şe’ir!?
Axir şî’ir hergîz hergîz lew pirçanet cwantir nîye!
Axir şe’ir hergîz hergîz lew nûstinet qûltir nîye!
Lew cesteyet sipî tir û zimanîşî le bêdengîy jêr awî to rewantir û paktir nîye!
Ey sitrane xinkawekey berd lê bestirawî binî aw
Minîş emro
Xemî giran û qursî tom le şe’rekanim bestuwe
Boye berew binî xeyal
Wek talemûy cêmawî to kewtûme rê û elêm xwaye
Beşkû şewan şe’irim lewê bibin be şemî dagîrsaw le jêr awda û
Be lakêşêkî narincî be birîqey dewrî leşt û
Min ezanim le sereweyş newresî ’eşq
Hemû salê lem rojeda be bal leser qeraxî nizmî her hewrê
Le ban deryaçekey dukan yadî em xedre enûsê!
Êwe nazanin em nîştîmane be nawî pîrozîy xak û xolewe
Be şayetîy balindekan
Be şayetîy ew hemû daristanane
Ew hemû mar û mêr û boq û marmêlke û sîsirkewe
Be şayetîy ew hemû simorane
Ew hemû qetê û mamz û kerwêşkanewe
Be bêdengî
Be dizîy azadîyewe
Be dizîy rengî sipîyewe
Be dizîy dirextekanewe
Be dizîy çawî baranewe
Êwe nazanin be dizîy xoretawewe
Çend şe’ryan kuştuwe
Çend çîrokyan ser birîwe
Çend şanonameyan firanduwe
Çend xewyan zîndebeçal kirduwe
Axir nawekan zorin û be min rîz nakirên
Axir min û 'soranî mame heme'
Wekû dirext û aw
Mel û hewa
Dû dostî gyanî be gyanî bûyn
Ew hemû carê ehat û
Leser singim momêkî da’egîrsan û
Eyut: emeşyan be yadî qumrîyêkî kujraw
Emeşyan bo witarêkî tîrorkiraw
Em duwaneş bo kerkûk û ’elî merdan
A emeyş bo qijî 'cebar cebarî'
Axir 'soran' dwa genim û coy witarî xoy
Her leser singî min nûsî
Êwe nazanin êmey dar û berd eyzanîn
Be dizîyewe na
Be berçawî xwa xoyewe
Be berçawî azadîyewe
Be berçawî kursîyekanî perlemanewe
Be berçawî minare û kilêsewe
Xwênî çend rez û mezaryan dizî
Be mirdûyî çend bazin û mustîleyan
Le dest û pencey ’aşiqan derhêna
Çend pelehewrî sikpiryan firoşt
Çend pencerey qurbanîyan le tarîkya mezat kird!
Çend rîşî wek rîşî 'mewlewî'yan
Kird be yek û ristyanewe û bo gorewîy axundêk û
Bo tan û poy cibeyek û qedekanî ’emameyek!
Tîtrwaskêkî hekîm û be ezmûnî rîş sipî le kenar gomê pyasey ekird û
Leber xoyewe eyut û eywitewe!
Kam awaz sipîye, be yek peley reşî deng lelay gwê ebêzrê!
Yek xedir bese bo ewey dadperwerîy pê ’eybidar bê!
Yek çawî qirpok û yek dumelî gevar bese
Bo ewey hemû cwanîyekanî dîkey ruxsar û leş bişêwênê!

Leser cadey seholeke rawestawim
Em êwareye min pirim le wirdeşûşey şikawî pencerey gencî em şare
Wirdeşûşe hel’eçeqên le xeyal û xewnekanim
Xwênyan lê dê û zamanîş ebin be fware
Êwareyêkî direnge û pirim le rûnakîy kwêr û
Pirim le şepolî lal û
Pirim le payîzî daykim û le xorinşînî xuşkekan
Hemû carê rûnakîy kwêr
Destêk egrê be direxte sûtawekey naw dilmewe û
Înca hel’esête ser pê
Xuşkekanim bem rojgare le malewe cirîwey mirdû ejmêrin
Payîz daykimî kirduwe be cêgrî helwerînî û xoy royştuwe be seferê bo lay kiçekanî '’er’er'.
Rojê kurteçîrokêkî bêkar le naw parkî azadîya 'nîştîman'y legel jinî sêhemya dî
Kurteçîrok zor demê bû wişey pengî exwardewe û bûbû be deryaçey serî
Boye tûre tûre tûre yexey nîştîmanî girt û witî: ey nîştîman!
Girîman to nîştîmanim nebûytaye
Leme zyatir çîm lê ehat!?
Renge le cadeyêkî bexa
Min tenekey xol bûmaye!
Tenekey xolî kurdistan yan ’êraq bî
Her tenekey!
Lewane bû le meyanêkî tarana
Filçey qonerey boyaxçîyekî azerî û fars bûmaye
Filçey qonerey kurd bî yaxud fars yan azerî
To her filçey!
Lewane bû le bazarî enqereda
Sêwêkî gilar bûmaye
Gilarî bazarî kurd bî yaxud hî turk
Her gilarî!
Lewane bû le çayxaneyekî naw şama
Bibûmaye be tilpey ça
Tilpey çay kurd bî yan ’ereb
To her tilpey!
Ey nîştîmanî taze pyakewtû!
Le îsteda to eger leber serqalî be bonkirdinî newtewe
Serneperjan be hoy gemey sê rîzkêy dîmukirasî û
Sernexuranit be hoy kursîy wezaret û
Be seferî henderan û xelîcewe
Bîrit nebê!
Minî le çiray bê newt bêkartir baş le bîrme!
Êware bû le qerax şar be rêkewt tûşî yektir bûyn
To hêşta her kilawekey raperînit le sera bû!
Hêşta bonî yekem şefeqî beyanîy emne sûreket lê ehat!
Carê nebûbûy be tawis
Rengî polîs û çaweşt negirtibû!
Hêşta cilî çalenewtit nepoşîbû!
Fêrî gemey rolêt û poker nebûbûyt!
Hêşta to her xeyalekanit baxçe bûn
Bo gulî xem û hejarî
To ewsake jinî dûhem û sêhem û çwaremîşt nehênabû
Hêşta nebûbûyt be walî
Ew kate bû witim gyane: to ke lay xot wat danawe
Nîştîmanî hemû darêkî qurbanît
Nîştîmanî hemû awêkî qurbanît
Nîştîmanî hemû gelayekî sûrî em mêjuweyt
Belam axir temaşa ke le îstewe
To her le mel û balindey baxekanî koşkî xotman bo ehênî le cyatî ême bixiwênê
To her gorî çiray kurit û gorî gwarey jineket û gorî ’eynekî biraket hel’ebestî
Keçî mezarî hezaran barekew û askekêwî û şîneşaho
Leber ewey naçnewe ser şecerekey çwardewrî to
Nawekanyan lem satewe, edresyan û pênaseyan 'ba' birdûnî bo boşayî bîrçûnewe û
Dengyan pir buwe le xol û şwênewarî hîç zamêkyan le îstewe dyar nemawe!
Bulbulêkî derbederey wilatan
Kurêkî besteyêkî şehîd
Besteyêkî lebîrkiraw dway çendîn sal gerayewe bo şarekey
Wîstî biçête ser gorî bawkî û têr têr be dem giryanewe biçrêt
Welê herçend gera û herçend pirsî û
Çuwe lay nîştîman û çuwe lay sirûdekan û
Belam gorî bawkî bo nedozrayewe heta rojê le meraqa
Ewîş leser gorî nenasrawê nakam mird
Şimşalî ’aşiqê eyut: ey nîştîmanî bê gwêçkem!
To etewê her çonêk bê û herçîyek bît
Xoşim bwêy!?
Befir bî yan qur û lîte û
Hetaw bî yan tem û mij û
Tep û toz bî û yaxud fewzayekî bêgerd
Her weku yek temaşat kem!?
Her çonê bî... xoşim bwêy!?
Bibî be espî qaçaxçî û barî tilyak û
Hêroyn bênî û berî... xoşim bwêy!?
Bibî be çekmey çermînî jeneralêkî dirawsê
Yaxud bibî be mêzerî fetwayekî riq û tole
Min her ebê xoşim bwêy?
To etewê her çît kird û her çît wit û herçîşt wîst
Leber ewey to nîştîmanî taqaney
Min byanxeme ser çawim!?
Ye’nî eger beyanîyêk hestay le xew
Daway xwênî çîrokêkî tazemit kird ta xutbeyêkî nexoşt bîkate cestey xoyewe
Bilêm başe û min bitdemê û xoşim bwêy!?
Yaxud eger êwareyêk leser xwanê bo sexawet
Bê be serta û bo yadgar çawêkim bideyte destî
Padşayekî yek çawî mîwanî xot
Bilêm başe û xoşim bwêy!?
Min natwanim her çonê bî
Xoşim bwêy!?
Bibî be derd û nexoşî bo qelem û
Bibî be kulle û be afat bo semel û
Bo kitêb û bo rojname û xoşim bwêy!?
Bibî be dirkî telbend û
Be sahrêkî çawbest û
Be lêbûkêkî ser şano û
Xewî mugnatîsîm lê bixeyt û
Tenha û tenha leber ewey nîştîmanî
Xoşim bwêy?

Rojê berdêkî xizmî nîştîman
Be kanîyêkî nenasrawî wit: ebê lew deşteda bom binûsî ke min le toyş naskitrim
Kanîyeke witî: min hergîz diroy wa nakem
Berdeke pêy wit: etkujim
-bişmikujî min hergîz diroy wa nakem
Berdî negrîs xoy xil kirdewe heta serdemî kanîyeke û
Neyhêşt kanî henase bat
Hetaku mird!
Le dûrtirîş zêyek le xoy bayî bûbû
Herçî ebînî pêy ewt: min tom nekird bem pêkenînî pêdeşte!?
Be reng û bo û semay sewzî em daristane zebende!?
Be kurjin û hîley berdî dîrokî naw em derbende!?
Leber ewe min herçîm wit hemû ebê bilên waye!
Belam carê baran pêy wit: mexrûr mebe
Ewey hete û boxot eylêy min kirdûme
Ewey kirdey hemuwane
Mexrûr mebe eger min salê damnekird
Biçûk biçûk ebîtewe û
Qiset nagate gwêy kes û
Le dwayîda kotayîşt le çomêkî wişkidaye!
Zişt= nacor, napesend
Pifîw= leşgiran
Gevar= pîs

Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî