Çenim wit îtir ewm xoş nawê
Qînim lêy debê û naçmewe bo lay
Belam ewîn hênde behêz bû
Çûmewe sayey dirextî balay
Emro her wekû hîç rûy nedabê
Hat û baweşê gulî bo hênam
Wekû minalê bo koşî daykî gerabêtewe
Hatewe bo lam
Be corê hestim têkel hestî bû
Girî tê ber dam sîmay şeketî
Detut kotayî dinya hatuwe
Ke firmêskim dît leser rûmetî
Ewendem zanî çolekey destim
Le nêw destîda aram xewtuwe
Beser şanîda têr û pir giryam
Kê delê riqim lê helgirtuwe