Tahîr Husênî

Wey Le Zalim - Qetar

Bi dengê: Tahîr Husênî
Diyalekt: Soranî
62
Wey le zalim
Bo bêdeng û kip danîştûn
Wek kundebû çawtan zeqe û leser wêrane helnîştûn
Salehaye destewnezer le sûçêka dûr le rêbwaranî zeman
Wek koleke rawestawin
Yane wekû letke darêk bê deselat gîrodey helperkêy awin
Wey zalim nemênî

Werin tawêk gwêtan helxen le amêzî bêdengîy deng
Êwey xewalûy bêxeber
Êwey sirbû le gurey şer
Çeqelsananî bêgane bo mijînî dwadlopî şîley gyantan
Miştumryane şeryane
Wey zalim nemênî

Wey le zalim
Eger hat û rojêk hestan ew şî’rey min bisûtênin
Le cyatîy şî’ir wêney cwanî şaney heng û laney mêrû
Leser kaxez binexşênin
Wey zalim nemênî