Ger hewalî min depirsî wek reşeba sergerdanim
Weku gulî wişkesalî le rengî xom peşîmanim
Ger detewê bizanî kêm çawî sûrî pir giryanim
Wekû hewr dilim tenge û daym ’aşiq be baranim
Mîwanî min tenayye û nawnîşanim dabrane
Werzî gul û şiney baxim helwerîn û her xezane
Min defterm gelay zerde û pênûsîşim darî sûtaw
Rojî heynîm dîdarêke û gulî ser gorî becêmaw
Mîwanî min tenayye û nawnîşanim dabrane
Werzî gul û şiney baxim helwerîn û her xezane
Ger hewalî min depirsî wek reşeba sergerdanim
Wekû hewr dilim tenge û daym ’aşiq be baranim