Ey qijzerd! ey qijzerd! ey qijzerd!
Ey qijzerd! ey qijzerd!
Ey qijzerd!
Ey qijzerd! ey bejin û bala keleget!
Bo kiz rawestawî beramberî min?
Bo destit nawete jêr çeney xefet
Le ’astî dîmenî derbederîy min?
Ew çawe kalanet nîgay derbest bûn
Leber çî egirne giriftarîy min?
Serinicit rûy demî pirskirdnî rûn
Ekate kelepçey destî dyarîy min?
Ebînim: pepûley nyazî giftugo
Dûdil rawestawe leser gulî lêw
Ax, xozge hel’efrî, emzanî axo
Raspêrîy çîye* bo gyanî peşêw?
Ey qijzerd! ey qijzerd! ey qijzerd!
Be bejnî nawdergagirtût
Her wekû peykerî şoxî xemxiwarî!
Melê bûm le baxçey hunera bê cût
Bo cwanîm rêk exist şî’rî dildarî!
Ey qijzerd!
Her ewendem le dest dê, heta etwanim
A lem helwêsteda hel be kar bênim
Wek tînûy çaw le aw be kul birwanim
Ew çawey têm birîyt neytirûkênim
Bo ewey bitwanim le perdey bîrim
Nîgarê helkenim şêwey lêt biçê
Ta herçen gazî girt le leş zincîrim
Azarim sûktir ka xeyalî kiçê:
Ke şoxe û qijzerde û balarêk û berz
Xemxiwarî nenase wek firîştey ser ’erz!