Şemal ebereş

Kizey Derûn

Bi dengê: Şemal ebereş
Diyalekt: Soranî
14
Dwawanekey şwên male gewre
Serewxiwar eroy be pêç û dewre
To be rûnakî wêney bilûrî
Awî zîndegîy gişt şarezûrî
Enalim elêm to wek awêney
Bo şwên destikirdî kirdigar wêney
Boç pêm nanwênî wêney fotograf
Wêney şîrînî nazdaranî caf

Nimûney destî perwerdigar bûn
Be dewrî to’a gulî behar bûn
Be şedey lar û kirasî ketan
Wek mang 'ketan'y cergyan esûtan
Ew leş û lare be şilpey mele
Dilî dildaryan exsite pele
Ay bo 'perî xan' nazdarî cafan
Ahûy zerbahûy ’enberkilafan

Tuxwa awekey bon gulawekan
Bo serçaweke kemê laweke
Birwanim axo camî fotograf
Nîşanim nada şêwey êlî caf
Ne ew debdebe û ser ew ser awe
Êsta efsane û nexşî ser awe
Em dirk û dale û em qel û dale
Manewe le şwên ew gewremale
Nazdaran bûne masî dwawan
Be bombay rawker kewtine ser awan
Le tawey cewrî çepî çepgerda
Ewan esûtên minîş le herda
Wêl û awarey êlî muradîm
Nizîk le mergim dûrîş le şadîm
Le şwên ser mela û ellahu’ekber
Karî kar eka û sitrît be coker
Êstake rêy koç guşade û asan
Kwa ser’êl koçî lêxurê bo kwêstan
Honrawe: pîremêrd