Şerî diraw û bursekan bû be şerî vayrosekan
Robotêkî zemannefam pêy nawete cêy pêy însan
Şarî çol û malî rûxaw termî mindalî qiraxaw
bin malêk bêdengî bûkeleyêk serbiraw
Rasîzmî bêreng û sêber nexşey kuştinî penaber
Kuştarî xelkî bêtawan be nawî ellahu’ekber
Netewey let û pet kiraw zimanî qedexekiraw
Jînosaydî cengelekan byawanî cêgrî aw
Nedîw û nenasyaw dujmin azarî hemîşeyî jin
Hezar pirsyarî kirawe wişeyêk bêje bo witin
Bêje le her şwênê ke hey bo azadî jyan dekey
Bo nemanî zulim û sitem herçîkit pê bikirê eykey
Bêje le her şwênê ke hey bo azadî jyan dekey
Bo nemanî çeşnî sitem herçîkit pê bikirê eykey