Leber garac bûm û yarim swar bû
Xem û meraq û dax le dilê min bar bû
Serî helêna bîlla cêy gazim dyar bû
Çawciwanê be qurbanit bim
Rêm bike des le milanit bim
Be şewê be mîwanit bim
Serê helêne gyane rû le xuda ke
Temaşay qapîyekey xewsî bexda ke
Bes lewe zyatir min şêt û şeyda ke
Çawciwan be qurbanit bim
Rêm bike des le milanit bim
Be şewê be mîwanit bim
nêrîn derwa bo ’êran cêgay min qesre
’aşiqî balay bûm be bîlla xedre
Pêm gut were bo jwan pêy gutim ’esre
Çawciwan be qurbanit bim
Rêm bike şew mîwanit bim
Belkim dest le milanit bim
Detirsim bimirim min to nebînmewe
Be cwanemergî min ser binêmewe
Çawciwan be qurbanit bim
Rêm bike şew mîwanit bim
Belkim des le milanit bim
Mal wa le taran xom le suleymanî
’aşiqî balatim boç pê nazanî
Be dîn û be milim zor zêde cwanî
Xuda qismet bikey bibme mîwanî
Çawciwan be qurbanit bim
Rêm bike des le milanit bim
Belkim ax şew des le milanit bim
Bebê tezkere û min bebê cinsîye
Xudagîr to biro karit lêre çîye
’esker pêt nalê wela kame ew hewîye
Pêm gut ey hawar ’elacewîye
Çawciwan be qurbanit bim
Rêm bide des le milanit bim
Be şewê be qurbanit bim