Lew rojewey dway lêk’alan ke wek ba û bax lêk bûynewe
Îtir gulim le kuncêka min ’umrî xom exomewe
Belê êstaş min û kuncî meyxaneyek bo yek ejîn
Dem be hana dem be hawar terîqete û bo yek emrîn
Ew henasey pir le şûşey destî sewzî serxoşane
Minîş rohim pir le şî’rî feslî tazey dabrane
Ew şewane ta direngan le naw malî bedmestane
Minîş ta dêr ser û çawim elêy kizî derwêşane
Ew lêwane le çîrokî xêle gencî xêr nedîwe
Minîş nixroy jyanêkim ax bê yar û bê piştîwan
Desa xwaye le dozexî ’umrî xalî necatim be
Wek yarekem le des yarîy yarî bê ar necatim be