Nasir Rezazî

Le Nakeskarîya - Qetar

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
35
Le nakeskarîya xakim beser royî be ba ’umirim
Kurekem bêje dey
Le nakeskarîya xakim beser royî be ba ’umirim
Xwa sa bimjênî ta leber qapîy kesê bimirim

Le şagirdanî korî ’eşqim û cê her lewê egirim
Ke min miştê çil û çêwim be çî bim kelkî kê egirim

Ke dadî ye’sî xomim birde lay ew ’arîfe tund bû
Witî axir sibeynê cejne xwênî to le pê egirim

Ke sîney rêşmî bew têxî nazey encin encin kird
Witî pejmurdeye em lalezare awî tê egirim

Şukir huşyare mehwî tê ega dunya xerabate
Ke bedmestî bika ehlî xirapey boçî lê egirim
Honrawe: mehwî