Nasir Rezazî

Lerzane

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
43
Yaxuda her wa gerd û toz bê
Desrokey le milan aloz bê
Leyla gyan cejinit pîroz bê

Erê wey qurbanit bim qurbanîle
Qurbanit bim qurbanîle
Sêwey sûrey ser kanîle
Ax dilim bo maçêkit dîle
Dey dilim bo maçêkit dîle

Erê wey qurbanit bim be toy delêm
Qurbanit bim be toy delêm
’aşiqî şemamey baxelêm
Swêndyan dawim rastî nelêm
Ey swêndyan dawim rastî nelêm

Erê wey qurbanit bim ey bulbule
Qurbanit bim ey bulbule
Dem leser xunçan helgire
Sîst kirdin malkawle
Hey sîst kirdin malkawle

Erê wey qesem be xalî nexşînit
Qesem be xalî nexşînit
Nexoş bûy hatme serînit
Ax leber bedkar nemkird şînit
Hey leber daykit nemkird şînit

Erê wey qurbanit çawî çawim
Qurbanit çawî çawim
Leser to zoryan lê dawim
Wamzanî xelat kirawim
Hey wamzanî xelat kirawim

Erê wey qesem bewey yarî cwane
Qesem bewey yarî cwane
Le nêw cehêlan sultan
Hey ke demrê saheb îmane

Erê wey baxî gulanit pê despêrim
Baxî gulanit pê despêrim
Xunçe be xunçe deyjimêrim
Yekî kem bê pêtî ewjêrim

Erê wey leser pirdê girtyan senger
Leser pirdê girtyan senger
Destê nîzamî xolbeser
Lîngyan damê destewxencer
Hey lîngyan damê destewxencer

Erê wey çawit estêrey deryazî
Çawit estêrey deryazî
Helyan dênî çend be nazî
Be kuştinim awatxiwazî
Hey be kuştinim awatxiwazî

Erê wey legel tome ey fatme
Legel tome ey fatme
Memkit fîncaney gimgime
Xom qaweçî pêm lazme