Behrûz Tewekulî

Giriftar

Bi dengê: Behrûz Tewekulî
Diyalekt: Soranî
19
Giriftarim be nazî çawekanî mestî fettanit
Birîndarim be têxî sînedozî tîrî mujganit*

Be qurban, ’aşiqan emro hemû hatûne pabost
Minîş hatûm, bifermû bimkujin, bimken be qurbanit

Be tarî perçem û egrîcekanit xaretit kirdim*
Dilêkim bû ewîşt xiste nêw çahî zenexdanit
Giriftarim be nazî çawekanî mestî fettanit
Birîndarim be tîxî sînedozî tîrî mujganit

Teşekkur wacbe bo min eger bimirim be têxî* to
Be şertê kifnekem bidrûy be tay zulfî perêşanit
Hemîşe sujdegahim xakî ber derganekey toye
Reqîb rûreş bê nahêlê biga destim be damanit

Dilim meşkêne çunkû mexzenî derd û xemî toye
Fiday şerit û wefat bim çî leser hat meylî caranit
Giriftarim be nazî çawekanî mestî fettanit
Birîndarim be têxî sînedozî tîrî mujganit
Honrawe: mestûre erdelan
*: le honrawey şa’îrda "birîndarim be tîrî sînesûzî nêşî mujganit", "be talî perçemî egrîcekanit xaretit kirdim" û "zexmî" hatuwe.