Seyd Îbrahîm Seqizî

Le Sîley Qebran

Bi dengê: Seyd Îbrahîm Seqizî
Diyalekt: Soranî
57
Le sîley qebran haware
Qewlî ’esir bê be êware
Xetam nê ax dilim wa bê’are
Wergerê awêzanit bim
Xanexrap min be qurbanit bim
Wella awêzey nêw memkanit bim

Le sîley qebran heraye
Hakim bimgirê lew qelaye
Qewlî dawe boçî naye
Wergerê awêzanit bim
Çawreşê hek be qurbanit bim
Rêm bide ba emin mîwanit bim

Leser çîm lê zîzî kafir
Le cergim berbuwe agir
Kuştey dû çawî tome axir
Were şorê balaket bibînim
Kwêt dêşê yarebî mergit nebîm
Kwêt dêşê mergeket hay nebînim

Herçend dekem fikir û raye
Gewherim kewte deryaye
Be sed xewas bom der naye
Wergerê balat hey bibînim
Kwêt dêşê rohî şîrînim
Min bimirim to bîkey şînim