’usman Mehmûdpûr

Behar Bû Feslî Zistanim

Bi dengê: ’usman Mehmûdpûr
Diyalekt: Soranî
57
Behar bom feslî zistane eger yarim legel naye
Diroye ger kutûyane be xunçêkî behar naye
Hew sale le dwat wêlim le dût dexşêm her wek saye

Wekû awî binî gomî ke cêmawe le rûbarê
Wekû berdî serî şaxê ke dadrawe le dîwarê
Wekû katê gelay zerdê desî ber bê leser darê

Min ew berdey giriftarim ke dîlî çînî dîwarim
Min ew awey binî gomim ke cêmawim le rûbarim
Gelay zerdim melî pîrim minim dildarî zincîrim
Le bîrim dê ke sî sale le bendîxane yexsîrim
Le bîrim dê ke çen sale be dawî towe esîrim

Behar bom feslî zistane eger yarim legel naye
Diroye ger kutûyane be xunçêkî behar naye
Hew sale le dwat wêlim le dwat dexşêm her wek saye

Belê ew sate lawê bûm welê êsta weha pîrim
Heye carê beserhatî xemînî xom nîye bîrim
Heye carêk beserhatî xemînî xom nîye bîrim

Le tarîkî jyanmida le sûçî serdî zîndana
Be morey nerdî nakamî be carê ’umrî xom dana
Behar bom feslî zistane eger yarim legel naye
Diroye ger gutûyane be xunçêkî behar naye
Hew sale le dwat wêlim le dût dexşêm her wek saye

Qerewl dêt û radebrê şewanî ’umirim ejmêrê
Şewêkîş weha minî dîl be destî mirdin espêrê
Zor le mêje lêm zîz buwe her derwa becêm dêlê

Behar bom feslî zistane eger yarim legel naye
Diroye ger gutûyane be xunçêkî behar naye
Hew sale le dwat wêlim le dût dexşêm her wek saye
Honrawe: mamosta şerîf be hendêk gorankarîyewe.