Demê fênkitrîn baye
Towî xoşîy em dinyaye
Le herdû gwêma deçênê
Demê minalê lasare
Bûkewaley xem û daxim
Têk eşkênê
Demê hewrî newbehare
Çî gulale û nêrgiz heye
Bomî dênê
Lem cîhaney ke wa nuqmî
Ke wa nuqmî şewezenge
Lem cîhaney ke xiltanî
Zam û mirdin û ahenge
Lem cîhaney ke wa kasî
Dengî goranî û tifenge
Lem cîhaney ke gişt şitê
Nuqmî jenge
Dengî to xoştirîn denge
Ke gwêm le dengî to debê
Tem û mijî zistan ebê be xoretaw
Ke gwêm le dengî to debê
Baran ebê be hezaran şûşe gulaw
Ke gwêm le dengî to debê
Dilim debê be ferhengî
Be ferhengî honrawey şeng
Serim debê be lafawî
Sedan hezar xozgey bêdenge
De bom bidwê de bom bidwê
Ba bitnoşim têr têr be gwê
De bom bidwê de bom bidwê
Bidwê bidwê bidwê bidwê
Ba le bêşkey sozî dengita
Gyanî mandûm têr têr binwê