Mahîr Emîn Hêmin Husên

Gulçinîn

Bi dengê: Mahîr Emîn û Hêmin Husên
Diyalekt: Soranî
40
Bimcêne wird wird bew xalî sîne
Bimke be qurban ew diley bê kîne
Perçemî lûlit kirduwe be dû beş
Ta roj derkewê le jêr hewrî reş
Ey ta roj derkewê le jêr hewrî reş
Pêm bilê mezedar mezedar boçî torawî
Pêy bilê çaw be xumar boçî torawî?
Reqîb çî kirduwe le min rencawî
Hesûd çî gutuwe le min torawî

Hem narince û hem bêye yarî cwanim le kwêye
Bom bang kene heywanê yarê yarê yarê yarekem
Karî taybetîm pêye
Bîlla çawim le rêye

Mang le asman bîst û sêye
Serî kulmey elf û bêye
Nemxiwênduwe û ’îlmim pêye
Hey axe û axe û axe
Bom têke lew konyake
Hey axe û axe û axe
Bom têke cergim daxe
Qurbanit bim be xomewe
Be çil û çwar maley romewe*
Maçit nekem naromewe
Hey axe û axe û axe
Bom têke lew konyake
Hey axe û axe û axe
Bom têke cergim daxe

Gulî yaxud rîhanî yan nêrgizî şaxanî
Firîştey badînanî ya şazadey soranî
Awrit le min berdawe neşmîley hewramanî
Şoxî wek tom nedîwe şacwanî kurdistanî
Şew û roj du’a dekem carê bêy be mîwanî
Miryemê çende cwanî çend be naz û ’îwanî
Le rîy kanî tûşî bûm şanêkim da le şanî
Bo maçêkî herzane kerkûk û silêmanî
Bo maçêkî herzane hewlêr û sileymanî