Hesen Zîrek

Eman Duktor 2

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
90
To bît û sûrey welfecrî
Feslê demben ey wey wey bo gwêy qebrî
Satêk le min bigirin sebrî
Bizanin leylê ey hawar çon bom degrî
Aman duktor ’emirim çawim duktor derdim çare ke
Binûse bo lay qazî bilê ew kiçe mare ke
To bî û xuda ew gule mare ke

Le hucrêda xetmim dekird
Yek le nekawda bangî kird
Qurit beser lêw’alyan bird
Le dest çû kure xalî wird wird
Aman duktor ’emirim çawim duktor derdim çare ke
Binûse bo lay qazî bilê ew kiçe mare ke
Ey wey wey ew gule mare ke

Qestem bew xaley le rûte
Fîncaney destit yaqûte
Dilim legel dilit cûte
Ser helêne ey hawar cergim sûta
Aman duktor ’emirim çawim duktor derdim çare ke
Binûse bo lay qazî bilê ew kiçe mare ke
Ey wey wey ew gule mare ke

Ew diley wek bitperistêk rû ekate çaweket
Gerçî eyşêlî be zebrî qongere û pêlaweket
Qet be dilreq bast nakem nayzirênim naweket
Çunkê eyzanim telarî yare xwapêdaweket
Mestî kirdûy boye nabînêt le handim çaweket
Çaweket aman ax
Yar ey yar...
Baxewan bo ew mebestey gul elawênêtewe
Bo ewey gewrey bika û be pare bîgorêtewe
Bîfroşêt be ew kesey xelqî erûtênêtewe
Kiç le nêw kurda gulêke boye perwerdey eken
Bo ewey birazênêtewe mêzî şerabî dewlemend