Be tenyayî be bê çirpe le goşey xema westawim
Egrîm be kul wekû hewr firmêsk ebarênê çawim
Ax çawim
Rêga dûre temen kurte heta birom her pênagem pênagem
Ke min ejîm boçî emirim lem jyane min tênagem min tênagem
Rûnakîy asmanî jînim tarîkîyekî çîn çîne
Rojgarêkim rojim le şew, şewm le rojim be qîne
Her wirtem dê û hawar ekem her wa xoşim le xom nagem
Her cûlem dê û le rêgadam herçend dekem be xom nagem
Ke car be car pê’ekenim mezane dilxoşim, hergîz
Çunke ezanim dway behar temen derwa berew payîz
Belê gyane jyan waye kesê ger xemî nebê nabê
Keçî taze dêwaney dil ger balay şem nebê nabê