Xalid Reşîd

Çawerêy Mujde

Bi dengê: Xalid Reşîd
Diyalekt: Soranî
28
Çawerêy mujdey nesîmim ta le gulşen dêtewe
Belkû fermayş bika gul, bulbulim ba bêtewe
Wa we’îdî befrî zistane û fîraqim* kewte dil
Mer be badey we’dey wîsalit kêwî dil reş bêtewe
Çawerêy mujdey nesîmim ta le gulşen dêtewe
Belkû fermayş bika gul, bulbulim ba bêtewe

Perwaney* zulifit le dewrî agirî rût bê çilon
Agirî ’eşqit be awî çawî min dekûjêtewe?
Çawerêy mujdey nesîmim ta le gulşen dêtewe
Belkû fermayş bika gul, bulbulim ba bêtewe

Tuxuda ta key le tarîkîy şewî hîcranî to
Destew’ejno dabnîşim, xwaye* key roj bêtewe
Çawerêy mujdey nesîmim ta le gulşen dêtewe
Belkû fermayş bika gul, bulbulim ba bêtewe

Dil le tirsî çawî bû rûy kirde mêhrabî biroy
Êste bîstûme le çînî zulfî cê nabêtewe
Çawerêy mujdey nesîmim ta le gulşen dêtewe
Belkû fermayş bika gul, bulbulim ba bêtewe

Suçî zulifit bû ke perwaney dilim rûy kirde rût
Agirî weslî şeme* û perwane şew dekirêtewe*
Çawerêy mujdey nesîmim ta le gulşen dêtewe
Belkû fermayş bika gul, bulbulim ba bêtewe
Honrawe: herîq
*= le honrawey şa’îrda "befrî zistanî fîraqit", "mîrwehey", "rebbî" û "agirî weslî şem û perwane şew degrêtewe" hatuwe.