Mihemed Mamlê

ezîzim Beyanî

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
14
’ezîzim beyanî ke gul ’etrê derêjê
Ke bulbul denalê, ke sofî dête nwêjê
Le kuncî qefesda be sed nale dexwênim
Henawim nemawe leber çî naye şwênim
Le hîcranî wîsalit, le dewrî xet û xalit
Heta hem dexwênim denalênim
Heta newgulî xom wedest dênim
Xezêmê xezêm gyan leber çî naye şwênim
Leber çawî cwanit leber cergî be xwênim

Gul û lale pişkûtin dewr dewrî gulane
Gulî min depşikiwê beharî dû dilane
Ke bulbul denalê delê kwa gulî sûrim
Henawim nemawe demêke le to dûrim
Delên ewro behare, beharî dû dilane
Ke bulbul deka razî dildarî
Degel koneyarê cefakarî
Behare ’ezîzim, beharî dû dilane
Ke bulbul dexwênê leser pelkî dilane

Le baxî gulanda etoy taqegulî min
Etoy nûrî çawim, etoy bendî dilî min
Le baxî wîsalit debê xunçe biçênim
Le hîcrî wîsalit be sed nale dexwênim
Le hîcrî to denalim, ’ezîzî rû be xalim
Dekêşim be dil razî dildarît
Degel koneyarî cefakarît
Demêke birêjim leser to xwênî sûrim
Birînim be êşe demêke le to dûrim

Heta key birêjim siruşkî sûr û alim
Kejalî ’ezîzim le hîcrî to binalim
Umêdim nemawe meger lutfî îlahî
Ke xwênim derêjin be curmî bêgunahî
Were ruhî rewanim, gulî bonxoş û cwanim
Be bê to jyanim nebê çake
Umêdim be dergahî bêbake
Leser to derêjim siruşkî sûr û alim
Le hîcrî wîsalit şew û rojê denalim
Honrawe: haşim nanewazadegan