Mihemed Mamlê

Yarim Gerdinkêle

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
16
Şemal hat bay behare
Pamal deka pejare
Têkyan pêça hewarçî
Menzilyan qerax şare
Le nêw kîjî ew ’êley
Dû çawî yarim dyare

Yarim hate nêw şarî
Bar deken bo hewarî
Têkel bûn le qendîlî
’êlî sûrçî û zurarî
Kiz û girdenşînim
Le swêy çawî be xumarî

Yarî min gerdinkêle
Mindalkare û cehêle
Qewlî pê dam bîbînim
Birêkim lê le fêle
Wek mangî şewî çardey
Dyare le nêw ew ’êle

kezyey wekû reşmare
Sîngî baxçey henare
Gêlgêle û desre û şede
’elqe û derzîle û gware
Her le yarê min cwanin
Xwênşîrne û mindalkare

Katê royî bo kanî
Çûme seyrî çawanî
Taq bûmewe le malan
Dûr bûmewe le awedanî
Awrî dawe bo lam bê
’ellamey daykî zanî

Sed birya nemdîbaye
Taze xem be kar naye
Horîy beheştêm denê
Degel malî dinyaye
Herdû dinyam pê deda
Ger çawî yarêm baye
Honrawe: haşim nanewazadegan