Şanaz Zahîr Newîd Zerdî

Şerim Meke

Bi dengê: Şanaz Zahîr û Newîd Zerdî
Diyalekt: Soranî
46
To hebûy çawim kesî nededî
Nemzanî royştinit çî bû sebebî
Le malê ke min nebim, to nebî
Taqî kewe ba bizanim çon ebî

Dilim xerîke der dê nemzanî çîm beser dê
Dway to wam lê hat û xoyşim legel xom be şer dê
Bo geyştin be to pêm bilê çîy tirim le des dê
Min nembînîwe kesê ewende xoperist bê
Şerim meke were were bo lam ezîzekem
Bîrit neçê kê bangî dekirdî "taqanekem"
Herçî to bithewê leser dinya min bot ekem
Çîy tir bikem ta hestî min nebînî to be kem

Dilim hîwaxwazim lêwit be xende bê
Asmanî jînit rûnak dunyat bêdeng nebê
To dilxoş bî bese le hîçit kem nebê
Belam eger gerayewe pêt şerim nebê
Şerim meke were were bo lam ezîzekem
Bîrit neçê kê bangî dekirdî "taqanekem"
Herçî to bithewê leser dinya min bot ekem
Çîy tir bikem ta hestî min nebînî to be kem