Xasekewê lew kele helnîştuwe
Xalî reş û sûrî be cût riştuwe
Rawçî hemû lew kewe derkewtuwe
Boçî dize? cerdeye? kêy kuştuwe?
Mal û zêr û zêwerî kêy birduwe?
Kêhe kesî le jyan xistuwe?
Boçî kewîş heqî jyanî nîye?
Heqî kej û kêwî cwanî nîye?
Xawenî ew kej û kêwe her kewe
Nezim û nîzamî kej û kêw her bewe
Lêy gerê dindûkî be berd tîj bika
Xure bika bangî kur û kîj bika
Bênewe kanyawê bixon awî saf
Bo gureyê serbine bêne mesaf